22:17 20 Hezîran 2018
nazli ilicak

Rojnamevana tirk bi hinceta ‘heqaret li serokwezîr'kirye ceza xwar!

© Foto: Metin Pala
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Rojnamevana tirk Nazli Ilicak bi hinceta ku ‘heqaret li serokwezîr' kiriye dihate darizandin. Dozê encam da û 10 hezar û 620 lîre cezayê perêyê li Ilicak hate birîn.

Navenda nûçeyan —Rojnamevana tirk Nazli Ilicak 28ê Nîsana sala 2015an de nivîsek bi navê ‘Teoriyên komployê û kesên bêhiş' nivîsand. Serdozgeriya Komerê ya Stenbolê îdia kir ku Ilicak di vê nivîsa xwe de heqaret li Serokwezîr Ahmet Davutoglu dike û bo darizandina Ilicak ferman da. Doz li Dadgeha Esliye ya 2emîn ya Stenbolê dihate dîtin û di encamê de Ilicak sûcar hate dîtin. Di encama dozê de derheqê Ilicak heta 2 salan cezayê girtîgehê dihate xwestin. Lê cezayê girtîgehê veguherandin cezayê pereyan. Ilicak wê 10 hezar û 620 lîre cezayê perêyê bide.

Bi heman mijarî:

Li gor raporta Bianet ê li Tirkiyê 28 rojnamevan di girtîgehê de ne
CPJ: Rojnamevan li bajarên kurdan di bin xetereyê de ne
Ji 11 welatan rojnamevan li Palmîrayê ne, lê amerîkî tunene
Li Geverê êriş: Yek jê rojnamevan 4 kes birîndar bûn
Etîketan:
sûc, bêhiş, rojnamevana tirk, nazli ilicak, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de