16:33 20 Sibat 2018
Zindî
    Rêveberiya Xweser a Efrînê

    Heyeta Rojavayê li Amerîkayê hevdîtinan dike

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hevserokê meclîsa Demokrat a Sûriyeyê îlham Ehmed û nûnera Xweserîya Demokrat a Rojavayê Sînem Mihemed, bi namzetên Kongreya Amerîkayê û siyasetmedarên Amerîkayê re hevdîtinan pêk tînin.

    Washington — Hevdîtinên Hevseroka Meclîsa Demokrata Sûriyeyê îlham Ehmedê û Nûnera Xweserîya Demokrata Rojavayê Sînem Mihemedê li Eyaleta Washingtonê ya Amerîkayê bi sîyasetmedaran re berdewam e.

    Heyeta rojavayê bi endamê Kongreya Amerîkayê Bill Flores, Serokê komîteya Kongreya Amerîkayê yê Parastinê û Endamê Kongreya Amerîkayê ye berê Peter Hoekstra re hevdîtinek pêk anî.
    Di hevdîtinê de rewşa Rojavayê û êrişên li ser taxa Şêxmeqsûdê û federasyona Rojavayê hat axiftin.

    Heyeta Rojavayê di hevdîtinê de anî ziman ku eger gelên kurd û nûnerên Xweseriya demokrtaîk beşdarî Cenevre — 3yê nebin, ew ê encamên baş nede.

    Endamê Kongreya Amerîkayê Bill Flores ragihand ku çi di hevdîtinê de hatibe axaftin ew ê wê axaftinê bibe rojeva Kongreya Amerîkayê.

    Piştî hevdîtinên Amerîkayê, heyeta Rojavayê bi walîyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm re hevdîtinek pêk anî. Kerîmî di hevdîtinê de got: pêwist e ku hêzên kurd bibin yek û bi wî awayî biçin Kongreya Neteweyî û ew ji bo alîkariya Rojavayê amadekariya amade ne.

    Hat ragihandin ku hevdîtinan bê beşdarbûna medyayê dê berdewam kir.

    Bi heman mijarî:

    Li 5 bajaran binçavkirinên ‘Rêveberiya Xweserî”
    TEV-DEMê ji bo Sûriyeye biryara xwe da; federalî û xweserî
    Çima serokatî dibe çima ‘xweserî' nebe?
    Demirtaş: Bi çek xweserî nabe
    Etîketan:
    Nûnera Xweserîya Demokrata Rojavayê, Hevseroka Meclîsa Demokrata Sûriyeyê, cenevre, Bill Flores, Sînem Mihemed, îlham Ehmed, Amerika, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de