00:57 24 Hezîran 2018
Kampa penaberan

Zarokên penaber di kampê de rastî îstîsmara zayendî hatin

© Foto: twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Derkete holê ku bûyerek îstîsmara zayendî weke ya Karamanê li Entab ê li kampa penaberan çêbûye.

Navenda Nûçeyan — Li gor nûçeya nûçegîhanê rojnameya Birgunê Erk Acarer, bûyer li kampa penaberan ya Nizip ê çêbûye. Kampa ji bo 14 hezar kesan hatiye avakirin, di 23ê Nîsanê roja cejna zarokan de ji hêla serokwezîra Elmanî Angela Merkel ve hatibû ziyaretkirin.

Hate zanîn ku 30 zarokên xort rastî îstîsmara zayendî hatine û malbatên 8 zarokan li gel dozgeriyê gilî kirine. Bûyera îstîsmarê di meha îlonê de çêbûye û 3 mehan berdewam kiriye.

Di nûçeya Birgun ê de tê gotin ku kesekî bi navê E.E. li kampê weke xebatkarê paqijiyê kar dike. E.Eyî di navbera lîreyek û nîv û 5 lîreyan de pare dida zarokan, wan dixapand û li hemberî wan îstîsmara zayendî pêk dianî. E.Eyî di îfadeya xwe de îstîsmar qebûl kiriye û di meha îlonê de ew şandine girtîgehê. Derheqê wî de li dadgeha cezayê giran ya Nisip ê doz hatiye vekirin û heta niha jî ev doz berdewam dike. Herweha zarokan jî di îfadeyên xwe de behsa tiştên qewimîne kirine.

KAMP DI BIN KONTROLA AFADÊ DE YE

Rojname dibêje ku ji ber mijara penaberiyê malbatên zarokan newêrin gilî bikin û bûyer ji hêla leşkeran ve hatiye ferqkirin. Rojnameya Birgun ê dibêje ku rayedarên payebilind yên leşkerî, ji ber bûyerê Serokatiya Rêvebiriya Karesatan (AFAD) berpirsiyar nişan dane.

Di 23ê Nîsanê de Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davuoglu li gel hin wezîrên Tirk ve serdana kampê kiribûn û pesnê kampê dabûn.

Bi heman mijarî:

Serokê Baroya Dîlokê:'Li kampên penaberan destdirêjî tê kirin'
Heke Tirkiye bibe endamê YE wê destdirêjî zêde bibe
Mamosteyê îstîsmara zayendî pêk anît hate girtin
Etîketan:
istismara zayendî, Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Lezgîn a Afetê (AFAD), Kampa penaberan, Ahmet Davutoglu, Angela Merkel, Karaman, Nizîp, Kilîs
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de