02:19 18 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Tirkiye balyozê xwe yê Bengladeşê dikişîne

    © Foto: AA/ Şebnem Coşkun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî Bengladeşê serokê partiya Cema'et El-Islamê Mutî’ Erehman Nîzam, ji ber tawanên komkujiyê bi dar vekir, îro serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî, ragihand ku ew balyozê xwe yê Bangladeşê dikişînin.

    Navenda Nûçeyan — Serokkomarê Tirkiyeyê wiha axivî: "Piştî bidarvekirina serokê partiya Cema'eta Islamî me balyozê xwe kişand. Niha gihiştiye Stenbolê, Lê ti deng ji Ewropayê derneket. Ma ne li dijî îdamê bû."

    Roja çarşemê Bangladeşê serokê partiya Cema'et El-Islamê Mutî' Erehman Nîzam, ji ber pêkanîna komkujî, tecawiz û birêvebirina kuştina rewşenbîran di şerê serxwebûnê yê sala 1971ê bi dar vekir.

    Koma Mafê Mirovan ragihand ku prosedûrê dadgehê negihiştîn asta pîvanên navdewletî, lê hikûmetê ev tişt nepejirand û got ku gelek bengladşiyan piştgirî da pêvajoya dairzandinê.

    Hêjayî gotinê ye ku hinek kesan li Tirkiyeyê jî ev biryar û protesto kirin.

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu:'Ji bo îfadeyê li şûna min bila bangî Erdogan bikin'
    Erdogan:'Deryaya Reş hêdî hêdî dibe wekî gola Rûsyayê'
    NAKOKI - Sererkaniya Giştî got hezar û 300, Erdogan jî got 3 hezar DAIŞî hatin kuştin!
    Erdogan li New Yorkê hat protestokirin
    Die Welt: Kesên ku li hember Erdogan rabin divê behn fireh bin
    Wezîrê alman bersiva Erdogan da:'Em peymanê bi dewletan re çêdikin'
    Etîketan:
    bidarvekirin, cezayê bidarvekirinê, Cema'et El-Islamê, Mutî' Erehman Nîzam, Recep Tayyip Erdoğan, Bengladeş, Stenbol, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de