06:58 19 Sibat 2018
Zindî
    Recep Teyîp Erdogan

    Erdogan: Gelo mafê rêvebirina vî welatî kê da we?

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokkomarê tirk Tayîp Erdogan got: ‘Yekitiya Ewrûpayê ji me re dibêjin helwesta xwe ya di mijara têkoşîna bi terorê re nermtir bikin. Hûn çima têkilî karen me dibin? Gelo mafê rêvebirina vî welatî kê da we?'

    Navenda nûçeyan — Yekitiya Ewrûpayê ji bo mafê serbestiya wîzeyê 5 şert da pêş Tirkiyeyê. Ji wan şertan yek jî Qanûna Têkoşîna bi Terorê bû. Lewra Ewrûpa dixwaze Tirkiye di qanûna têkoşîna bi terorê de hin guherînan bike û helwesta xwe nermtir bike.

    Serokomarê tirk Tayîp Erdogan beşdarî bernameya Viyana Neteweyî û Herêmî ya di Dîroka Siyaseta Tirk bû li wê derê li ser ev daxwaza Ewrûpayê axivî û bertekên tund da. Erdogan diyar kir ku daxwaza Ewrûpayê ya di mijara terorê de tê wateya ku ewê dev ji meseleya serbestiya wîzeyê berdin û got: ‘Bajarên Kilîs û Helebê ne di xeman wan Ewrûpayê de ye, Ewrûpa jî ne di xema me de ye. Hin beşên Ewrûpayê xwedî ûslûbên ecêb in û daxwazên wan ên bêexlaqî hene. Hinek tiştan bo xwe weke heq dibînin lê bo me zêde dibînin. Ev dirûtiyeke mezin e.'

    ‘Em amadehiya paqijiya der sînor dikin'

    Erdogan bal kişand ser operasyonên dersînor û wiha got: ‘Em amadehiyên paqijiya derveyî sînor dikin. Lê em dibînin ku ti kes piştevaniya me nakin. Bêhtir jî welatên ku îro li Sûriyeyê hêzên wan ên çekdar hene, alîkariya me nakin.'

    ‘Kiliçdaroglu xiyaneta gel dike'

    Serokê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, derheqê ‘pergala serokatiyê' ragihandibû ku heta ‘xwîn nerje, hûnê nikaribin pergala serokatiyê ava bikin' Erdogan bi bertekek tund da van gotinên Kiliçdaroglu wiha got: ‘Kiliçdaroglu bi van gotinên xwe xiyaneta gel kir. Heta niha li gelek welatan pergala serokatiyê hatiye avakirin. Ma hemûyan pergalê bi şer avakirin?'

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu:'Ji bo îfadeyê li şûna min bila bangî Erdogan bikin'
    Erdogan:'Deryaya Reş hêdî hêdî dibe wekî gola Rûsyayê'
    NAKOKI - Sererkaniya Giştî got hezar û 300, Erdogan jî got 3 hezar DAIŞî hatin kuştin!
    Erdogan li New Yorkê hat protestokirin
    Wezîrê alman bersiva Erdogan da:'Em peymanê bi dewletan re çêdikin'
    Etîketan:
    wîze, ewrûpa, erdogan, tayîp erdogan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de