10:27 22 Hezîran 2018
Amed-Sûr

Tê îdiakirin ku polêsê klîpa nîjadperest kişandiye derket holê

© REUTERS/ Sertaç Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Derbarê kesên ku li navçeya Sûrê ya Amedê de klîpa nîjadperestî kişandiye agahiyên nû derketin holê. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) kesê di klîpê de strana rapê dibêje polêsê bi navê M.A ye.

Navenda Nûçeyan — ANF îdia dike ku M.Ayî ji bajarê Mêrsînê de û nasnavê wî jî SAT5ê ku di klîpê de jî heman nasnav bikaranî bû. Nûçeya ajansê wê agahiyê dide ku polês li Stenbolê wezîfedar e lê niha li Amedê ye û li wir beşdarî şer dibe.

ANFê derbarê polês de videoyek belav kiriye ku di videoyê de polêsê navê wî derbas dibe di bernameyekê de ji bo zarokan stranan dibêje û ji wan re behsa xwe dike.

Di 26ê Nîsanê de li ser medyaya civakî klîp hate belav kirin ku diyar e bi awayekî profesyoneli hatiye kişandin. Klîp di demeke ku ketin û derketina li Sûrê qedexe bû hatiye kişand û ji ber naveroka wê ya nîjadperestî jî rastî bertekan hat.

Bi heman mijarî:

Klîpa nîjadperest ji hêla tîmê taybet ve hatiye kişandin
Walîtiya Amedê klîpa nîjadperest bi rêya medyaya civakî dîtiye
Li Sûrê klîpek nîjadperest: "Ji bo Xwedê lêxin, ji bo Pêxember lêxin"
Etîketan:
Klîpa nîjadperest, Polês, M.A, Sûr, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de