10:59 20 Hezîran 2018
Kadrî Yildirim

Kadri Yildirim: Bila malpera parlamenê bi kurdî weşanê bike

© Sputnik / Cesîm Ilhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadri Yildirim bi daxwaznameyekê serî li Serokatiya Parlamena Tirkiyê da ku di malpera fermî ya parlamenê de zimanê weşana kurdî bê kirin.

Navenda Nûçeyan — Yildirim di daxwaznameya xwe de derbarê hejmar û dîroka kurdan de agahiya dide û dibêje ku kurd di serî de li Tirkiyê, li welatên weke Iraqê, İranê, Suriyê, Ermenîstanê dijîn.

Parlamenter Yildirim herweha diyar dike ku hejmara kurdan digihêje 40-50 milyonan. Kadrî Yildirim aşkere dike ku li parlamenê gelek parlamender hene ku zimanê wan yê zikmakî kurdî ye, lê axavtina wan di parlamanê de weke ‘zimanekî nediyar' tê nîşankirin.

Parlamenterê HDPê agahiyi wî tiştî dide ku malpera parlamenê bi 8 zimanan weşanê dike. Li gor vê agahiyê di nava van zimanan de li gel ingilizî û frensî yên weke rûsî, erebî, spanyolî, kazakî, elmanî û çînî hene.
Kadrî Yildirim ji Serokatiya Parlamenê daxwaz dike ku kurdî jî bikeve nava van zimanan malper dest bi weşana kurdî bike.

Bi heman mijarî:

Kadrî Yildirim li TBMMê cara yekem pêşniyaza bi kurdî da
“Game of Thrones li Kurdistanê bi kurdî”
Rekora bi 146 şanonameyên Kurdî!
Mala zarokan ya bi Kurdî perwerdê dide hate girtin
Axiftina bi kurdî bû sedema lêxistinê
Filmeke Kurdî di Cannes ê de tê nîşandan
Etîketan:
kurdî, Parlamena Tirkiyeyê, HDP, Kadrî Yildirim, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de