13:48 24 Hezîran 2018
tank-leşker

Ji hêzên tirk û koalîsyonê li dijî DAIŞê operasyon: 28 terorîst hatin kuştin!

© AFP 2018/ ARIS MESSINIS
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Duh li hember terorîstên DAIŞê operasyonên berfireh hatin kirin û di encamê de 28 terorîst hatin kuştin.

venda nûçeyan — Li gorî çavkaniyên leşkerî li herêmên Carîz, Yehmûl û Kefir Hemrayê li dij terorîstên DAIŞê operasyon hate kirin. Operasyon duh êvarê di saet 8an de dest pê kir û îro heta destê sibehê berdewam kir.

Hate ragihandin ku di encama topbaranan de gelek baregeh û depoyên DAIŞê hatin rûxandin û 14 terorîst hatin kuştin.

Li gel topbarana hêzên tirk, balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî ji hewayê baregehên DAIŞê bombebaran kirin. Di encama êrişên ji hewayê de jî 14 terorîst hatin kuştin, sengerek, wesayetek û avahiyek ku weke baregehê dihate bikaranîn jî hatin rûxandin.



Bi heman mijarî:

Çêdibe DAIŞ dîsa êrîşî Ewropayê bike
Duran Kalkan: ‘Roketên ku DAIŞ diavêje Kilîsê yên îstîxbarata tirk (MÎT) in'
DAIŞ dixwaze milîtanan ji ‘Bihuşta li ser rûyê erdê' kom bike
DAIŞ: Armanca me ya sereke êrîşên li Dîlok, Kilîs, Nizîp û Karkamişê ne
Etîketan:
hêzên tirk, operasyon, daiş, baregeh, sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de