06:41 19 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê - Sînorê Sûriyeyê

    Rûsya:'100 cihadîst ji Tirkiyeyê çûn û tevlî El Nûsrayê bûn'

    © AFP 2018/ ARIS MESSINIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Navenda Şopandina Agirbesta Rûsya li Sûriyeyê ragihand ku nêzî 100 cihadîstan ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn ketin nava refê rêxistina terorîst a El Nûsrayê.

    Navenda Nûçeyan — Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di malpera xwe ya înternetê de ragihand ku piraniya herêmên Sûriyeyê riayetî agirbestê dikin. Di nava 24 saetên dawî de li Helebê 5, Lezqiye 3 û yek jî li Şamê bi tevahî 9 caran agirbest hat îxlalkirin.

    Hejmara grûbên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 53an

    Navenda Şopandina Agirbesta Rûsya li Sûriyeyê ragihand ku li herêma Hûmsê bi fermandarekî çekdar re li ser agirbestê peyman hat kirin û bi vî awayî hejmara grûbên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 53an.

    Tirên ku madeyên jehrî dikişandin ketin nava Helebê

    Navenda şopandinê ragihand ku li gorî zanyariyên me ji niştecihên herêmî bi dest xistine, zêdetirî 100 cihadîstên ku di sînorê Tirkiyeyê de derbasî Sûriyeyê bûn li herêma Kafr Hamrayê tevlî rêxistina terorîst a El Nûsrayê bûn. Her wiha ji herêma İdlîbê ku di bin kontrola El Nûsrayê de ye tiren tijî cebilxane çûne bakurê bajarê Helebê û hat ragihandin ku di wesayîtan de cebilxaneyê destçêkirî û madeyên jehrî yên klorê têde bû.

    Navendê ragihand ku ji febriqeya nanî ya gerok a rûsî 500 kîlo nan gihandin gundiyên derdora Hûmsê û bi rêya hewayî jî 11 platformên alîkariya însanî daxistine bajarê Dêra Zorê ku di bine dorpêçê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Kerry: ‘Eger Rûsya nebûya agirbest li Sûriyayê nedihat ragihandin'
    Lavrov: Hindik ma agirbest li Helebê bê ragihandin
    Li Ûkraynayê ji ber Cejna Paskalyayê agirbest hat îlankirin
    Li Qamişloyê agirbest hate ragihandin
    YPG: ‘Agirbest tê îxlalkirin, em di bin êrişê de ne'
    Etîketan:
    Cihadîstên EL Nûsrayê, Gihandina alîkariya însanî, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de