00:22 19 Hezîran 2018
binçavkirin

Li navçeyên Rihayê operasyon: 24 kes hatin binçavkirin

© Foto: twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeyên Sêwereg, Pirsûs û Serêkaniyê yên Rihayê di serdegirtinen malan de hevserokê DBPê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û hîndekar jî di navde 24 kes hatin binçavkirin.

Binçavkirin - Girtin
© Sputnik / / Vitaliy Ankov
Riha — Li navçeya Sêwerega Rihayê polêsan bi ser malan de girt û hevserokê DBPe Garip Yeşil, xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Emin Aluç, hîndekar Belgîn Gulben û Ferdi Yaşar, rêveberên HDPê Mustafa Geyik û Mehmet Utku Arselim jî di navde 12 kes binçavkirin.

Her wiha li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî polês û leşkeran bi ser gundên Sarayalti, Eraban, Aydin û Yildirimê de girt û endamê meclisê Abdi Gumuş û Serdar Tekinalp û welatî İsa Tekin, Yunus Ozaras û Mehmet Tavas binçav kirin.

Li navçeya Serêkaniya Rihayê jî piştî polês Kemal Çokguler rastî êrişa çekdarî hat, keyayê taxa Cumhuriyetê Nezir Atilla û welatî Sabri İşik, Nahsan Dagtekin, Mazlum Dagtekin, Ferit Demirtaş, Faik Okten û Halil Bozan hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku operasyon didome û dibe hêjmara kesên hatibin binçavkirin zêdetir bibe.

Bi heman mijarî:

4 kes bi îdiaya ku bi teqîna Enqereyê re eleqedar bûn hatin binçavkirin
Bedlîs – Li ser malan êriş: 14 kes hatin binçavkirin!
Li Dîlokê 54 xwendekar hatin binçavkirin
Polêsan li Stenbol êrişî çalakiya HDPê kirin: 7 kes hatin binçavkirin
Li Ispartayê operasyonên siyasî: 15 kes hatin binçavkirin
Etîketan:
binçavkirin, HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Mustafa Geyik, Ferdi Yaşar, Belgîn Gulben, Emin Aluç, Garip Yeşil, Riha, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de