03:31 19 Hezîran 2018
Alaya TEV-DEM û YPGê

TEV-DEMê bangî NY, HRW û saziyên navneteweyî kir

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

TEV-DEMê bang li Neteweyên Yekbûyî, Saziya Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û saziyên navneteweyî kir ku dest li sînorekî ji kiryarên dewleta Tirkiyeyê re deynin.

Navenda Nûçeyan — Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî bang li raya giştî ya cîhanê kir ku kiryarên hikûmeta Tirkiyeyê yên li dijî gelê Rojava bidin sekinandin û li hemberî Tirkiyeyê helwestekê nîşan bidin.

Darê zeytûnan jî ji xezeba wan nefilîtin

TEV-Demê di daxuyaniya xwe de got:'Ji destpêka aloziyê ve dewleta tirk destê xwe xistiye nava karûbarên Sûriyeyê. Hikûmeta Tirkiyeyê alîkariya rêxistina terorîst a DAIŞê dike û gelek belgeyên ku vê yekê îsbat dikin hene. Hêzên dewleta tirk li ser sînor 36 welatiyên sivîl kuştine û 48 kes jî birîndar kirine û piraniya wan jin û zarok bûn. Tirkiye bi vê nesekinî û li gelek cihan xaka Rojava jî tevlî sînorê xwe kir. Darên zeytûnan jî ji xezeba wan nefilitîn. Bi sedan darên zeytûnan rakirin û baregehên şervanên YPG û YPJê topbaran kirin.'

Tirkiye hê jî kiryarên xwe derqanûnî didomîne

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevî agirbesta ku li Sûriyeyê hatiye diyarkirin, lê dewleta tirk kiryarên xwe yên derqanûn û yasayên navneteweyî berdewam kir. Eger hêzên parastinê yên Rojava xwe ranegirtibana û bi aqilane tev negeriyane, wê bûyerên pir nexweş pêk bihatana.'

Bi heman mijarî:

Berpirsê TEV-DEMê Xelîl: ‘Em Sûriyeyê perçe nakin
TEV-DEM: 'Divê civaka navneteweyî ji Tirkiyayê hesab bipirse'
TEV-DEM: ‘Erdogan cardin li Cizîrê komkujiyê pêk tîne'
TEV-DEM bi pêkhateyên ereb re civiya
TEV-DEM: Dewleta tirk li dijî gelê kurd şer dimeşîne
Etîketan:
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), Neteweyên Yekbûyî (NY), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de