06:40 20 Sibat 2018
Zindî
    Heleb

    Heyva Sor a Kurd:'Heta niha 111 kes li Şexmeqsûdê jiyana xwe ji dest dane'

    © AFP 2018/ Ameer Alhalbi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Heyva Sor a Kurdî ragihand ku ji 16e Sibatê û heta niha 111 kes ji taxa Şêxmeqsûda Helebê jiyana xwe ji dest dane û di nava wan de 34 zarok û 42 jin hene.

    Heleb — Heyva Sor a Kurdî ragihand ku ji 16e Sibatê û heta niha 111 kes ji taxa Şêxmeqsûda Helebê jiyana xwe ji dest dane û di nava wan de 34 zarok û 42 jin hene.

    Tankên artêşa Tirkiyeyê
    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Derbarê kuştiyên taxa Şêxmeqsûda ku akinciyên wê hemû Kurdin, her wiha ser bi bajarê Helebê ve ye, Heyva Sor a Kurdî raportek belav kir û tê de amarên kuştî û birîndarên wê taxê di encama êrişên opozîsyona Sûriyê de ragihandiye.

    Li gorî rapora Heyva Sor a Kurdî ji 16ê Sibata borî û heta niha 111 kes ji taxa Şêxmeqsûda Helebê jiyana xwe ji dest dane û di nava wan de 34 zarok û 42 jin jî hene.

    Her wiha 727 kesên sivîl birîndar bûne, di nav de 290 zarok û 205 jin hene.

    Ji aliyê din ve li gorî raporta Heyva Sor a Kurdî ji xeyrî kuştî û birîndaran di encama wan êrişan de, 2 hezar û 400 avahî jî hilweşîne û wêranbûne.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: hatina leşkerên Amerîkayê êrîşeka li ser axa me ye
    Sûriye:'Em amade ne di hevdîtinên Cenevreye de nermatiyan bikin'
    Salih Muslim dîsa got, em naxwazin Sûriye perçe bibe
    Sûriye:'Tirkiye hê jî çekên giran dide milîtanan'
    Sûriye: Tirkiye û Amerîkayê dixwazin welatê me wêran bikin
    Etîketan:
    Hejmara kuştî û birîndarên Şexmeqsûda Helebê, Heyva Sor a Kurdî, Ziyana bajarê Helebê, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de