11:41 21 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

NAKOKI - Sererkaniya Giştî got hezar û 300, Erdogan jî got 3 hezar DAIŞî hatin kuştin!

© Foto : AA/ Yasin Bülbül
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Sererkaniya Gişti ya Tirkiye ragihand ku di encamên operasyonên ku li dij DAIŞê hatin kirin de hezar û 300 DAIŞî hatin kuştin. Serokkomarê Tirkiye Erdogan jî diyar kir ku 3 hezar DAIŞî hatine kuştin. Ev herdu ragihandinan di medyaya Tirkiyeyê de bu sedema nakokiyan.

Navenda nûçeyan — Li Tirkiyeyê nakokî di navbera sîyasetmedar, berpirsiyar û şêwirmendên dewletê de xilas nabin. Sererkaniya Gişti ya Tirkiyeyê Orgeneral Hulusî Akar derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê de got, 1300 kes hatine kuştin,  Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan di heman demê de got ku 3000 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Orgeneral Hulusî Akar: 1300 kuştî

Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê Orgeneral Hulusî Akar derheqê têkoşîna li dijî DAIŞê agahî dan û wiha got: ‘ Di operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) yên li Sûriye û Iraqê de bi qasî hezar û 300 terorîstên DAIŞê hatine kuştin. Di dema operasyonan de gelek çek, roket, bargeh, wesayet û avahiyên ayidê terorîstan jî hatin rûxandin.'

Serokomar Erdoga: 3 hezar kuştî

Li gel vê yekê Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan jî derheqê têkoşîna li dijî DAIŞê û kuştiyên wan de daxuyanî da.  Lê hejmara ku Akarî got û ya ku Erdogan daxuyand hevdu negirt. Erdogan, diyar kir ku ji aliyê hêzên Tirkiyê ve heta niha di operasyonên ku li Sûriye û Iraqê hatin kirin de ji 3 hezaran zêdetir DAIŞî hatin kuştin.'

Ev herdu ragihandinan di medyaya Tirkiyeyê de jî bu sedema nakokiyan.

Bi heman mijarî:

Duran Kalkan: ‘Roketên ku DAIŞ diavêje Kilîsê yên îstîxbarata tirk (MÎT) in'
DAIŞ dixwaze milîtanan ji ‘Bihuşta li ser rûyê erdê' kom bike
DAIŞ: Armanca me ya sereke êrîşên li Dîlok, Kilîs, Nizîp û Karkamişê ne
DAIŞ dest danî ser herêma Tilsiqofê ya bakurê Mûsilê
Di navbera DAIŞ û El Nûsrayê de ev cara yekemîn e
Etîketan:
sererkaniya giştî, terorîstên daişê, hêzên tirk, terorîst, tsk, hulusî akar, tayîp erdogan, iraq, sûriye, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de