05:47 23 Hezîran 2018
Zeid Raed el Huseyîn

Tirkiyeyê bersiva daxwaza NY da

© REUTERS / DENIS BALIBOUSE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bersiva daxwaza NeteweyênYekbûyî bo lêkolînê di şewitandina zêdetirî kesî da û got “ne pêkan e ku em wan daxuyaniyan bipejirînin”.

Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bilgiç bersiva daxwaza Neteweyên Yekbûyî bo vekirina lêkolîneke serbixwe di raportên şewitandina zêdetirî 100 kesî bi saxî da û got: "Ne pêkan e ku em vê daxwazê bipejirînin".

Tanju Bilgiçî di malpera fermî ya Wezareta Derve de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û wiha got: "Ne pêkan e ku em daxuyaniyên Komîserê Neteweyên Yekbûyî Zeid Ra'ad Zeid al-Hussein yên dibêjin ku daxwaza Yekîneyên NY bo serdana herêma başûrê Rojavayê Tirkiyeyê nehatiye pejirandin bipejirînin".

Daxuyaniyê got ku hinek aliyên pêşdaraz hene û wiha got: " Eger Zeid Ra'ad Zeid al-Hussein bixwaze, em ê bi kêfxweşî pêşwaziya wî li welatê xwe û li başûrê rojavayê jî bikin".

Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Zeid Ra'ad Zeid al-Hussein duh ragihandibû ku raport di destên wan de hene û ew raport nîşan didin ku hêzên dewleta Tirkiyeyê zêdetirî 100 kesan bi saxî şewitandin.

Bi heman mijarî:

“NY analîza perçebûna Iraqê dike”
NY: Rewşa Helebê "karesat" e
Moskova, li NY derbeyek giran li El-Riyadê xist
NY: Em ditirsin ku 500 koçber xeniqîbin
NY: Ji ber maddeyên hişber welatiyan bi dar ve neke
Çurkîn: Me delîl dan NY ku Tirkiye çekan dide DAIŞê
Etîketan:
şewitandina mirovan, Neteweyên Yekbûyî, Zeid Ra'ad Zeid al-Hussein, Tanju Bilgiçî, Cizîr, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de