09:58 21 Îlon 2017
Zindî
    Teqîn-Amed

    Serokê GUNSIADê: ‘Em aramiya pêvajoya çareserî dixwazin'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2501

    Piştî teqîna li Amedê Serokê GUNSIADê Şah Ismail Bedirxanoglu ji radyoya RS FMê re axivî û ragihand ku çavên hemû kesan li pêvajiya çareseriyê ye. Em bi hêviya projeyên siyasî û civakîne ku şer bidawî bikin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Komaleya Bazirgan û Pîşesaziyan a Amedê (GUNSIAD) Şah Ismail Bedirxanoglu bû mêvanê radyoya RS FMê û wiha got: 'Em çalakiyên bi vî şeklî qebul nakin. Ez li hemberî çalakiyên ku mirov têne kuştin im.'

    Niha di civakê de gisawetî û bêhêvîtî heye

    Ev çend mehên operasyonên li bajarên kurdan û qedexeya derketina derve psîkolojiya ku li ser welatiyan e, ev çend hefteye ku hêdî hêdî radibe. Lê di civakê de xem, endîşe û bêhêvîtî hene. Em dikarin bêjin ku ev çend hefteye ku welatî êdî bê tirs derdiketin kolanan û karên xwe yên rojana dikirin. Teqîn û şer dîsa welatiya xist nav tirs û xofan.

    Hemû kes li pêvajoya çareserî digere

    Niha hemû welatî li pêvajoya çareserî digere. Dive projeyên ku şer bi dawî bikin wek siyasî û civakî bên sazkirin. Aramiya ku pêvajoya çareserî bi xwe re anîtibû ji nû ve dest pê bike. Em niha gelek li aramî û xweşiya pêvajoya çareseriyê digerin.

    Bi heman mijarî:

    Tankên Artêşa tirk çeperên DAIŞê topbaran kirin
    Li Rihayê şer derket (HAT NÛKIRIN)
    ‘Gelek leşkerên norwêcî, li gel pêşmergeyan şer dikin'
    Li Nisêbînê şer: 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
    Li sînorê Îran û Iraqê şer: 10 kuştî û 20 birîndar
    Etîketan:
    kurd, bajêr, qedexe, çareserî, pêvajo, aramî, rageşî, teqîn, pevçûn, şer, Radyoya RS FMê, Şah Ismail Bedirhanoglu, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de