14:39 22 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    Fermandarekî Îranê: Heta niha 1200 leşkerên me li Sûriyeyê hatine kuştin

    © AFP 2017
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 510

    Serokê berê yê Pasdarên Şoreşê yê Îranê Eynûllah Tebrîzî ragihand ku ji sala 2012an û heta niha 1200 şervanên îranî li Sûriyeyê hatine kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Tebrîzî yê ku berê serokê "pasdarên Kerbelayê" li parêzgeha Mazenderanê bû got: "Di 3 salan de 1200 şervanên me li Sûriyeyê hatin kuştin".

    Tebrîzî behsa zehmetiyên xwe li Sûriyeyê kir û pê de çû: "Eger em li Sûriyeyê şerê DAIŞê nekin em ê neçar bimînin ku li ser sînorê Kurdistanê şerî wî bikin".

    Ji aliyekî din ve,Pasdarên îranê ragihandibû ku 14 leşker û tuxgeneralekî îranî li herêma Xan Tumanê ya Sûriyeyê hatibûn kuştin û 21 jî birîndar bûbûn.

    Hêjayî gotinê ye ku di vê dema dawî de Îran gelek wendahiyan dide ku di 5 mehên dawî de 5 leşkerên payebilind ku yek ji wan serheng bû hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Ilker Başbug: Hêzên rê li ber serxwebûna dewleteke kurdî digirin Tirkiye û Îran in
    Li sînorê Îran û Iraqê şer: 10 kuştî û 20 birîndar
    Îran: Li 12 mehên paşiyê 12.000 kurd hatine girtin
    Îran amadeye ku bi milyonan zebze û mêwe bifroşe Rûsyayê
    Îran: Pasdarên Îranê li Sûriyeyê şerî nakin
    Îran: Em nebûna Kobanî dê biketa
    Etîketan:
    kuştiyên Îranê li Sûriyeyê, DAIŞ, pasdarên Kerbelayê, Eynûllah Tebrîzî, Xan Tuman, Mazenderan, Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de