10:22 20 Îlon 2017
Zindî
    El Nûsra

    Die Welt: El Nûsra jî li pey xîlafetê ye!

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Nivîskarê Rojnameya alman Die Welt Alfred Hackensberger, di nûçeya xwe de diyar kir ku El Nûsra jî weke DAIŞê dixwazin hîlafetê ava bike.

    Navenda nûçeyan — Nivîskarê Rojnameya alman Die Welt Alfred Hackensberger li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê ragihand ku El Nûsra jî li pêy xilafetê ye û wiha pê de çû: ‘DAIŞ û reqîbên xwe li beramberî hev man. El Nûsra jî mîna DAIŞê li pey avakirina xîlafetê ye.'

    ‘Yên ne ji El Nûsrayê jî piştevaniya xîlafetê dikin'

    Hackensberger da zanîn ku xîlafet ji aliyê gelek komên terorîst ve tê destekkirin û wiha got: ‘Li Sûriyeyê hema bêje hemû komên terorîst bi xeyala avakirina xîlafetê şer dikin. Hemû dixwazin xîlafetê ava bikin. Heta ku komên şerên hevdu dikin jî îro li pey heman fikrî ne.'

    Hackensberger, cih da gotinên Serokê El Kaîdeyê Eymen El Zevahirî yên li ser xîlafetê yên wekî: ‘Divê hemû milîtanên cihadîst bibin yek. Hemû alema Îslamê hêviya xwe bi Sûriyeyê ve girêda ye. Bûyera Bihara Ereban rê li ber xîlafeta Sûriyeyê vekir. Ji bo xîlafetek wiha ez dikarim hemû rayeyên xwe feda bikim û azadiyên bêdawî bidim hêzên El Nûsrayê.'



    Bi heman mijarî:

    El Nûsra bi moşekan êrişî Helebê kir:9 kuştî û 45 birîndar
    Rûsya:'El Nûsra li Helebê êrişî taxa kurdan kir'
    El Nûsra: ‘Di nava 48 saetan de em ê dest bi êrişan bikin'
    Rûsya: ‘Ji bo artêşa tirk têkeve Sûriyê, El Nûsra êrişî Tirkiyeyê kir'
    El Nûsra: ‘Em dixwazin nav di Rûsyayê bidin ku agirbestê biqedîne'
    Etîketan:
    komên terorîst, xîlafet, die welt, Die Welt Alfred Hackensberger, Eymen El Zevahirî, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de