14:47 22 Îlon 2017
Zindî
    besê hozat

    KCK: AKP bêhêz e û ji aliyê hêzên tarî ve tê birêvebirin!

    © Foto: zete.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1801

    Heveseroka KCKê Besê Hozat li ser hikumeta AKPê got: ‘Ti hêza AKPê nîn e. Divê mirov pê yekê nexape. Niha Tirkiye ji aliyê Saziya Şerê Taybet ve tê birêvebirin. Erdogan jî serokê vê saziyê ye.'

    Navenda nûçeyan —  Besê Hozat li ser geşedanên dawîn yê Tirkiyeyê axivî û diyar kir ku dibe ku hilbijartin ji beriya dema xwe bêne kirin û wiha pê de çû: ‘Em dibînin ku Tirkiye ketiye nava aloziyeke mezin. Îstifaya Davutoglu, mijara rakirina parêzbendiyan nişan dide ku hilbijartin nêz e. Erdogan Tirkiyeyê gav bi gav ber bi hilbijartina ve dibe. Ev rewş eşkere ye. Divê mirov ji bo vê yekê amade be.'

    Hozatê bang li hemû partiyên dijber ên meclisa Tirkiyeyê kir ku hay ji rewşê hebin û li hember polîtîkayên Erdoganî di ber xwe de bidin û got: ‘CHP, ODP, HDP hew. hemû hêzên alîgirên demokrasiye û partiyên siyasî li hember hevgirtina faşist ya AKP û MHPê li ber xwe bidin.  Divê hemû alîgirên demokrasiyê li hember vê bloga faşist têkevin nava xebateke amadehiyê.'

    ‘Hêzên tarî AKPê bi kar tînin'

    Hozatê da zanîn ku tenê piştavanekî AKPê heye û ew jî MHP ye û wiha dewam kir: ‘Hêzek mezin ya AKPê ya tine. CHP hêla neteweperwer û Ergenekon e. Yanî dewleta tarî ye. AKP bi tena serê xwe bêkêr e.  Divê mirov vê yekê baş bizane. Niha Tirkiye ji hêla Saziya Şerê Taybet ve tê birevêbirin û serokê vê saziyê jî Erdogan e. Ev sazî AKPê bi kar tîne. AKP gelî bi hestên olî dixapîne. Hêzên tarî jî AKPê.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: AKP bi vî awayî biçe dê serserkî li erdê bikeve
    KCK bersiv da Erdogan: We şer li gelê kurd ferz kiriye, ew jî dê bersivê bidin
    KCK: Em niha serxwebûnê naxwazin
    KCK: bi dirûşma “bê serok jiyan nabe” rojbûna Ocalanî pîroz kir
    KCK: "Dewleta tirk dijmin e û tirs ketiye dilê dijmin"
    Etîketan:
    deweta tirk, hêza akpê, hilbijartin, kck, besê hozat, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de