20:06 22 Îlon 2017
Zindî
    Teqîn-Amed

    Li Amedê teqîneke mezin: 3 kuştî û 45 birîndar!

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8110

    Li navçeya Baglarê ya Amedê di dema derbasbûna navgîneke polîsan teqînek pêk hat û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes birîndar bûn. Piştî teqînê Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Amedê qedexeya weşanê anî ser bûyerê.

    Amed — Êrişa bombeyî di saet 16:30an li Kolana Dicleyê ya navçeya Baglarê ya Amedê pêk hat.

    ​Herwiha li gorî agahiyên destpêkê gelek birîndar hene.

    Walîtiya Amedê ragihand  ku di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 12 ji wan polîs 45 kes jî birîndar bûne.

    Herwiha hat ragihandin ku polîsan piştî teqînê operasyon da destpêkirin û çend kes hatin desteserkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku dengê teqînê li tevahiya bajarî hat bihîstin.

    Hat ragihandin ku piştî teqînê Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Amedê qedexeya weşanê anî ser bûyerê.

    Bi heman mijarî:

    Li ser rêya Mêrdînê teqîn pêk hat
    Li bajarê Wanê teqîn: 2 polês hatin kuştin û 1 jî birîndar bû
    Li Şirnexê di dema operasyona tîmên taybet de teqîn
    Li navçeya Hezexa Şirnexê teqîn: Zarokekî 8 salî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    birîndar, bombe, teqîn, Tirkiya, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de