11:30 21 Îlon 2017
Zindî
    Alparslan Çelik

    Parêzerê Çelîk:'Hûne çawa îspat bikin ku kî kuştiye?'

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1401

    Parêzer Murat Ustundag derheqê mûwekîlê xwe Alparslan Çelik de ragihand ku dadgehê biryara neşopandinê da. Ustundag, kes nikare sedema kuştina pîlotê rûsî destnîşan bike.

    Navenda Nûçeyan — Alparslan Çelikê di meha Mijdara 2015an de pîlotê balafira rûsî ku ji terefê Tirkiyeyê ve hatibû xistin û bi pereşutê xwe avêtibû îtiraf kiribû ku wî kuştiye, lê digel vê jî dadgehê biryara neşopandinê da.
    Murat Ustundag ku parêzeriya Alparslan Çelik dike di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku dadgehê biryar nû gihande me. Li gorî delîlên di dosyeyê de dozger qeneat kir ku Alparslan Çelik ev sûc nekiriye.

    Sedema mirinê dibe ji tiştekî din be

    Murat Ustundag di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got:'Alparslan Çelik fermandarê Çiyayê Tirkmen e. Heke leşkerekî jî ev tişt kiribe dîsa berpirsyari tim di stûyê fermandar de ye. Dozger li ser 5-6 xalan rawestiya ye. Sedema mirina pîlot dibe ji şikesteyên serê wî, derbûna xwîna nava wî û dibe ji rasthatina guleyekê jî be. Lewra dema ku mirov li vîdyoyan temaşe dike negengaze ku gule bighîje navbera dûrbûna pîlot û mûwekîlê min.'

    Hûne çawa îspat bikin ku çek aîdî mûwekîle min e

    Ustundag di dirêjiya axaftina xwe de got:'Çelik gotiye me hemûyan gule berdan û kutş. Zêdeyî 500 kesî gule berdane, hûnê çawa îspat bikin ku 4 gule ji kîjan çeke derketine, em bêjin we ew îspat kir hûnê çawa îspat bikin ku çek aîdî kî ye?'

    Bi heman mijarî:

    Alparslan Çelik nameya aştiyê ji berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê re şand
    Zaxarova:'Me Çelik ji Tirkiyeyê xwest, lê hê bersiv nehatiye'
    Îadekirina Alparslan Çelik ji bo Rûsyayê îhtîmaleke kêm e
    Dozger wê pirsa kuştina pîlotê rûsî ji Alparslan Çelik bike
    Kujerê pîlotê rûsî Alparslan Çelik hat binçavkirin
    Etîketan:
    Kujerê pîlotê rûsî, Murat Ustundag, Alparslan Çelik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de