09:35 24 Îlon 2017
Zindî
    polês - operasyon - leşker - êriş - şer - pevçûn -

    Çawîşê ku li Şirnexê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 501

    Şer û pevçûnên di navbera Hêzên YPSê û Dewleta tirk ya li Şirnexê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Hate ragihandin ku di şerê şeva borî de 2 çawîşên pispor birîndar bûne û îro yek ji wan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

    Şirnex — Li Şirnexê şeva borî şerek dijwar di navbera YPSê û dewleta tirk de qewimiye. Di encama şer de 2 çawîşên pispor birîndar bûne. Hate diyarkirin ku çawîşek pispor li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

    Li gorî çavkaniyên û tîmên taybet ku li ser hesabên xwe yê medya ya civakî de parve kirine 2 çawîşên pispor birîndar bûne. Lê heta niha ne ji Walîtiya Şirnexê ne jî ji Serfermanariya Tirkiyayê ve derbarê van çawîşan de tu agahî nehatine dayîn.

    Ev yek jî îdiayên ku dewleta tirk hejmara leşekerên xwe yên ku tên kuştin diveşêre piştrast dike.

    Herwiha tevgerdariya leşkerên tirk ya li herême zêdetir bûye.

    Bi heman mijarî:

    Li Rihayê şer derket (HAT NÛKIRIN)
    NY: Dewleta Tirk li Cizîrê zêdetirî 100 kesî şewitandin
    Bedlîs – Li ser malan êriş: 14 kes hatin binçavkirin!
    Li ser rêya Mêrdînê teqîn pêk hat
    Rûsya:'70 terorîst bi çekên xwe ve ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn'
    Etîketan:
    tevdergerî, leşker, birîndar, pispor, çawîş, pevçûn, şer, Şirnex, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de