12:47 25 Îlon 2017
Zindî
    Zeid Raad al-Hussein-NY

    NY: Dewleta Tirk li Cizîrê zêdetirî 100 kesî şewitandin

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5420

    Li gor daxuyaniya komîserê bilind yê Neteweyên Yergirtî di destên wan de hin rapor hene ku dibêjin li Cizîrê asayişa Tirkiyê 100 kes şewitandiye.

    Navenda Nûçeyan — Komîserê Bilind ê Mafên Mirova yê Neteweyên Yergirtî Prînce Zeid Ra'ad Zeid al-Hussein derbarê şer û pevçûnên li Cizîrê berdewam dikin de daxuyaniyek bibandor kir.

    Li gor nûçeya Associated Pressê, al-Hussein gotiye ku "Di destên me de raportên şahidên bûyerên Cizîrê hene ku dibêjin hêzên asayişa Tirk zêdetirî 100 kes dorpêç kirine û ew şewitandine".

    Komîserê Bilind ê NYê derbarê mijarê de ev daxuyanî daye: "Lê belê parastina gelê xwe ji çalakiyên tundiyê wezîfeya Tirkiyê ye. Dema ku rayedar li dij terorîzmê operasyonan lidardixin, divê ji mafên mirovan, ji hiqûqa navdewletî ya ku çalakiyên îşkenceyê, kuştinên bêdadgehkirin, tundiya bibe sedema kuştinê û serdesetkirina kêfî qedexekiriye re her wext  rêz bê nişandan.

    Zeyd al-Hussein daxwaza lêkolînê ji hikûmeta Tirkiyê dike û dibêje ku "Ev îdiayên behsa wan tênkirin gelekî cidîne û divê bi awayekî titîz bên lê pirsîn ku di nava wan de yên derbarê grûpên lidij hêzên asayişê jî hene. Lê xuya dike ku heta niha ev nehatiye kirin. Divê hikûmeta Tirkiyê ji bo serdana herêmê û tomarkirina agahiyan, bersiva daxwazên me û saziyên din yên NYyê bide."

     

    Bi heman mijarî:

    CIZÎR - Bodrûmeke wehşetê ya din jî: Kuştî, birîndar û asêmayî hene ( HAT NÛKİRİN)
    BILEZ – Operasyonên li Cizîr û Sûrê bi dawî dibin
    CIZÎR - Abdulhamît Poçal ê birîndar jiyana xwe ji dest da!
    Sûr, Hezex, Cizîr û Silopiya: Bîlançoya êriş, qedexe, şer, kuştî û birîndaran
    Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'
    Etîketan:
    Neteweyên Yekgirtî, Artêşa Tirkiyê, Zeid Raad al-Hussein, Sûr, Cizîr, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de