09:41 21 Îlon 2017
Zindî
    hesekê-alîkarî

    Li koçberên Kampa Holê alîkariya xwarinê hate kirin

    © AP Photo/ ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1501

    Komeleya Alîkariyan a Hesekê bi hevkariya Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya li Hesekê 205 paketên xwarinê li koçberên iraqî yên li Kampa Holê dimînin, belav kirin.

    Hesekê — Li gorî nûçeya ANHAyê Komeleya Alîkariyan a Hesekê bi hevkariya Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî 205 paketên xwarinê birin kampê û li koçberên îraqî belav kirin. Paketên xwarinê ku ji konserve, zeyt û zehtir pêk tên li gorî lîsteya navên koçberan a li ba rêveberên kampê, hatin belavkirin.

    Tê zanîn ku bi hezaran welatiyên bajarê Mûsilê û herêmên derdorê,  ji ber êrişên terorîstên DAIŞê koçberî Rojava bûne.

    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, ji bo vê yekê di 21ê Nîsana borî de kampa Holê vekiribû û koçber lê hatibûn bicîkrin.  Niha hejmara koçberên Iraqê yên li kampê gihîştiye 2700, ango 450 — 500 malbatan.

    Bi heman mijarî:

    Li Hesekê di navbera HPC û Sotoroyê de şer û pevçûn derket
    Seydayê Tîrêj li Hesekê hat bi bîranîn "Bilbilê Dilşadî"
    Li Hesekê qeza: 6 kes mirin, 6 jî birîndar bûn
    Hesekê - YPGê 4 gund rizgar kirin û 14 terorîst kuştin!
    Li Hesekê navendeke tenduristiyê nexweşan bê pere derman dike
    Etîketan:
    kampa hol, alîkariya xwarinê, alîkariya mirovî, Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî, Komeleya Alîkariyan a Hesekê, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de