11:32 21 Îlon 2017
Zindî
    Penaber

    HRW: Leşkerên tirk penaberan dikujin û birîndar dikin

    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1301

    Rêxistina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) raportek belav kir û tê de diyar kir ku leşkerên tirk gule bera penaberên Suriyeyê yên dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin dane û li hemberî wan tundûtûjî bi kar aniye û di encamê de hinek kes mirine û hinek jî birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) ji bo lêkolînê bi mexdûr, şahid û welatiyên Suriyeyê yên herêmê re hevdîtin pêk anîn. Li gorî van hevdîtinan di herdû mehên borî (Adar û Nîsan) de leşkerên tirk ên li ser sînorê Suriyeyê, li hemberî penaberên Suriyeyê û kaçaxçiyan tundûtûjî bi kar aniye. Di encama vê tundûtûjiyê de jî yek ji wan zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 jî bi giranî birîndar bûne.

    Lêkolînerê penaberiyê yê HRWê Gerry Simpson, derbarê mijarê de wiha axivî: "Rayedarên payebilind û saziyên fermî yên Tirkiyeyê îdîa dikin ku deriyên wan ji penaberên Suriyeyê re vekirî ne lê leşkerên li ser sînorî li penaberan dixin û wan dikujin. Herwiha jin, zilam û zarokên ku ji ber şer û pevçûnan direvin didin ber guleyan."

     

    Bi heman mijarî:

    Li qeraxê Libyayê 84 penaber winda bûn
    Di navbera penaber û qaçaxçiyan de şer derket: 20 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Awropayê 18 penaber dan Tirkiyeyê
    Îngîltereyê zarokên penaber yên bêkes qebûl nekirin
    IOM: Her roj 150 penaber ji Tirkiyeyê diçin giravên Yûnanîstanê
    Gîtarîstê Penaber: Dixwazim bibim muzîkjenekî mezin
    Etîketan:
    mafên penaberan, penaber, mafên mirovan, HWR, rêxistina mafên mirovan, Gerry Simpson, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de