22:49 26 Îlon 2017
Zindî
    kurdistan

    Îranê li hemberî serxwebûna Kurdistanê derdikeve

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 860 0 0

    Îranê di daxuyaniyekê de diyar dike ku, ew îlana serxwebûnê ji hêla Rêvebiriya Herêma Kurdistanê qebûl nakin.

    Tehran — Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Farsê, Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cebir Ensari, bersiva serokê rêxistina istixbarata Kurdistanê (Parastin) Mesrûr Barzanî da. Mesrûr Barzanî 5ê Gulanê di nivîsa xwe ya Washington Postê de gotibû ku "Ew ê li gel Tehran û Enqereyê hevdîtinan bikin ku ji bo ji wan re bibêjen serxwebûna herêmê bêramiya sînoran dernaxe holê".

    Ensarî got ku "Serxwebûna Iraqê, yekîtî û yekbûna xaka wê, him berjewendiyên welatiyên wî welatî û him jî ya welatên herêmê û cîhanê misoger dike".

    Ensarî derbarê nêrîna Îranê ya di vê mijarê de wiha anî ziman; "Ji ber şertên taybet yên Iraqê, Îran ji bo temamê aliyan pêşniyar dike ku rêzê ji helwest û krîterên yasayî bigirin û pirsgirêkên navxweyî bi rêyên muzakereyan çareser bikin".

    Bi heman mijarî:

    Kurd dê kîjanê hilbijêrin; federalî, konfederalî yan serxwebûn
    Ciwanên Kurdistanê jî got “serxwebûn”
    Serokomarê Iraqê: 'Wekî her gelî serxwebûn mafê kurdan e jî; lêbelê projeyeke wan tuneye'
    Etîketan:
    Serxwebûna Kurdistanê, Enqere, Ajansa Nûçeyan ya Farsê, Wahsington Post, Mesrûr Barzanî, Cebir Ensari, Iraq, Herêma Kurdistanê, Tehran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de