17:39 26 Îlon 2017
Zindî
    Şer - polês

    Li bajarê Wanê teqîn: 2 polês hatin kuştin û 1 jî birîndar bû

    REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 114 0 0

    Li bajarê Wanê teqemeniya ku di rê de hatibû veşartin û polêsên ku dixwestin bombeyê îmha bikin, teqiya. Di encama teqînê de 2 polês hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

    Wan — Li bajarê Wanê teqemeniya ku di rê de hatibû veşartin û polêsên ku dixwestin bombeyê îmha bikin teqiya. Di encama teqînê de 2 polês hatin kuştin û 1 jî birîndar bû. Bûyer îro sibehê saet li 09.30an li taxa Hacibekir a navçeya İpekyoluyê li kolana Karliovayê pêk hat. Polêsan li ser îxbara ku teqemenî di rê de hatiye veşartin çûne cihê bûyerê û herêm xistin nava kordonê.

    Piştî ku pisporên îmhakirina bombeyan hatin cihê bûyerê û dema xwestin bombeye îmha bikin bombe bi wan de teqiya. Di encama teqînê de 2 polês hatin kuştin û yek jê jî giran polêsek birîndar bû.

    Piştî bûyera teqînê gelek hêzên ewlehî sewkî herêmê kirin û çûn û hatina kolana Karliovayê ya ku bûyer lê qewimî hat girtin. Li herêmê bi piştgiriya helîkopteran operasyonek hat lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê di dema operasyona tîmên taybet de teqîn
    Li navçeya Hezexa Şirnexê teqîn: Zarokekî 8 salî jiyana xwe ji dest da
    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê teqîn: 3 leşker hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn
    Li Manisayê 2 teqîn! Astsubayek birîndar bû
    Li Wanê li dijî wesayita polêsan teqîn
    Etîketan:
    Li dijî polêsan êriş, Artêşa Tikiyeyê, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de