04:24 21 Îlon 2017
Zindî
    Sînor

    Rûsya:'70 terorîst bi çekên xwe ve ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn'

    © REUTERS/ Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Navenda Şopanda Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand k udi 24 saetên dawî de 70 terorîst tevî 3 wesayîtên tijî çek di sînorê Tirkiyeyê de derbasî Sûriyeyê bûn.

    Navenda Nûçeyan — Navenda şopandina agirbestê ya li parêzgeha Lezqiyeyê ragihand ku derdora 70 terorîstî tevî 3 wesayîtên tijî cebilxane di sîronê Tirkiyeyê re derbasî gundê Enedan ê li gundewarê Helebê bûn, da ku tevlî Cebhet El-Nusra bibin.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî duhî bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra bi armanca têkbirina agirbestê, li derdora bajarê Helebê êrişî hêzên rêjîmê dikin.

    Li gorî daxuyaniyê, terorîstên Amiriyê Balafirgeha Nêreb a Leşkerî bi topên ku bi destan hatine çêkirin, hedef girtin. Her wiha Kampa Henderat a koçberan jî bi hawanan topbaran kirin.

    Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hat diyarkirin ku terorîst topbarankirina taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Tirkiyeyê li sînor 2 welatî kuştin û 1 jî birîndar kir
    HRW:Tirkiye li sînor êrişê penaberên sûriyeyî dike'
    Gelê Qamişlo îro jî li ser sînor bûn
    Şewîrmendê MÎTê çû ser sînor!
    DAIŞê êrişî qereqola sînor kir: Leşkerek birîndar bû
    Etîketan:
    Cebhet El Nûsra, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de