23:11 20 Îlon 2017
Zindî
    Şex Mehmûd Yeşîl

    Şêx Mehmûd Yeşîl li Farqînê bi Alaya Kurdistanê spartin axê

    © Foto: PAK
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3910

    Rewşenbîrê kurd Şêx Mehmûd Yeşîl li Amedê roja yekşemê di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ku bi Ala Kurdistanê hatibû pêçandin bi konvoyeke mezin ber bi Farqînê û goristana gundê Baxçayê ve bi rêket.

    Farqîn — Cenazeyê Şêx Mehmûd Yeşîl bi beşdarîya girseyeke mezin hate definkirin. Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Mesud Tek û çend siyastmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Şêx Mehmûd Yeşîl bûn.

    Yasar Kaya
    © Foto: Cesîm Îlhan
    Pişti xwendina telqîna meleyî Necip Yeşîlê kurê Şêx Mehmûd Yeşîl daxwaz kir ku Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Ozçelik axaftinekê bike.

    Ozçelik li ser gora Şêx Mehmûd Yeşîl wiha got:

    "Ez spasîya malbata Apê Şêx dikim ku ev şeref û rûmet dane min da ku ez çend gotina di derbarê wî de bibêjim. Niha em wek malbata wî, wek nas û dost û heval û heskirîyên wî, wekî welatperwerên kurd di vê rêwîtîya wî ya dawî de, em li gel Apê Şêx in. Em bi wefata wî gelekî xemgîn in. Lê em bi wî serbilindin jî. Xwedê bi rehma xwe şa bike. Cihê wî bihişt be."

    Teziyeya Şêx Mehmûd Yeşîl rojên 10.11.12-05.2016ê li dê li Amedê mala tazîyeyê ya "Temiranlar" bê danîn.

    Bi heman mijarî:

    Dayîka hûnermend Necmedîn Xolamî koça dawî kir
    Xelîl Kalo koça dawî kir
    BILEZ - Kekê mam Celal Talebanî wefat kir
    Canip Yildirim wefat kir
    Piştî 40 sal wezîrtî wefat kir
    Etîketan:
    Şex Mehmûd Yeşîl koça dawî kir, Mesud Tek, Mustafa Ozçelik, Mehmûd Yeşîl, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de