10:01 24 Nîsan 2018
    Osman Baydemir

    Baydemîr: Dema cîrantiya bi Tirkan re hatiye

    © Foto : Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr ragihand ku parlementoya Tirkiyeyê wan naxwaze û dem hatiye ku kurd û tirk bibin cîran.

    Amed - Parlementerên HDPê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û hin rewşenbîr jî beşdarî Kongreya 14emîn a Komeleya Mafên Mirovan a li Amedê hat lidarxistin bûn.

    Parlementerê HDPê Osman Baydemîr jî di kongreyê de axivî. Baydemîr, got nijadperestî di nava civaka tirk de belav bûye û ya baş ew e ku ew êdî weke du cîranan bijîn.

    Osman Baydemîr wiha got: "Me xwest ev parlamentoya Enqereyê hem bibe parlementoya Anatolyayê hem bibe parlamentoya Mezopotamyayê. Hem bibe parlamentoya Tirkiyeyê û hem jî bibe parlamentoya Kurdistanê. Lê mixabin wan ev derî li me girt. Bi ya min, li gorî baweriya min, eger em nikarin di eynî malê de bijîn, em bibin cîranên hev dê çêtir be.

    Komeleya Mafên Mirovan a Amedê ku ji sala 1986an de hatiye avakirin, li ser binpêkirinên mafên mirovan raporan amade dike û van raporan bi raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re parve dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: ‘Raportorên ewropî cih nadin bûyerên dijî kurdan'
    Baydemir ji Waşîngtonê bang li cîhanê kir: ‘Vê wehşetê bibînin û rawestînin’
    Osman Baydemir li kursiyê meclîsê hêstir barandin
    Baydemir: "Ey Xweda, tu vê zilmê nehêlî."
    Osman Baydemir: Wê welatiyên sivîl çekan hilgirin
    Baydemir: Dewlet li derveyî qanûnan tevdigere û sûcê şer dike
    Etîketan:
    Cîraniya kurd û tirkan, Kongreya 14emîn a Komeleya Mafên Mirovan a li Amedê, HPD, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), DBP, Osman Baydemir, Mezopotamya, Anatolya, Amed, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de