08:55 20 Sibat 2018
Zindî
    Remzî Kartal

    KONGRA GEL: 'Li Amedê avakirina parlamentoyek alternatîf di rojeva me de ye'

    © AP Photo/ Thierry Charlier
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir, ku hewldana rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDPê, ji darbeya 2ê Adara 1994an gelekî mezintir e.

    Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir, ku hewldana rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDPê, darbeya 2ê Adara 1994'an gelekî mezintir e. Kartal destek da gotinên Hevserokê HDPê Demîrtaş ên 'em bê alternatîf nînin' û got,: 'Li Amedê avakirina parlamentoyeke alternatîf, di rojeva me de ye.'

    Serokkomarê tirk Tayip Erdogan, li dijî gelê Kurd şerê topyekûn da destpêkirin, ji aliyekî ve bajarên kurda bombe dike û  li aliyê din jî sivîlan qetil dikin. Rewşa li Enqereyê jî ji vê ne cuda ye. Bi fermana Erdogan,xebatên rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDPê dest pê kirin û  li meclîsê hewldaneke lînçkirinê hat destpêkirin.

    'LI HEMBER TÊKOŞÎNA AZADIYA GELÊ KURD ŞEREKÎ TOPYKÛN HEYE'

    Parlamenterê DEPê ya hat girtin û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ev rewş ji ANFê re nirxand û diyar kir, ya îro diqewime ji bûyerên  2ê Adara 1994an ê li hemberî parlamenterên DEPê gelekî dijwartir e. Kartal got: 'Dewleta Komara Tirkiyeyê bi şerekî topyekûn xwest pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bigire û bi desteka qada navneteweyî li dijî gelê Kurd û gerîlayan bêqanûnî kir. Li parlamentê jî bi rakirina parêzbendiyên parlamenterên Kurd xwest pêşî li mûxalefetê bigire. Rewşa heyî ya îro nîşan dide, ku zîhniyeta dewletê piştî 22 salan heman zîhniyet e. Ya ku îro diqewime, şerekî ji yê salên 1990î gelekî dijwartir e. AKP  ya ji aliyê Erdogan ve tê temsîlkirin ku li dijî qewimînên li Xazzeyê derdikeve, bajaran dişewitîne, mirovan qetil dike û neçarî koçberiyê dihêle.'

    'LI AMEDÊ AVAKIRINA PARLOMENTEYEKE NÛ DI ROJEVÊ DE YE'

    Kartal gotina Heserokê HDPê Selahattîn Demirtaş ya 'Eger ev gel bixwaze wê gelek parlamentan ava bike' nirxand û got: 'Axaftina Demîrtaş nîşan dide ku ev gel bêçare nîne. Hatîp Dîcle jî di vî warî de axivî bû. Bêguman ne rast e ez ji vir tiştekî bêjim. Lê belê hem ji axaftina Demîrtaş, hem jî ji ya Dîcle tê fêmkirin ku ev alternatîf gelekî xurt e. Bêguman weke têkoşîna azadiyê ya gelê kurd em vê yekê bi rengekî vekirî dibêjin: Em di wê baweriyê de ne ku çareseriyê di nava yekparebûna Tirkiyeyê, di çarçoveya azadî û demokrasiyê, bi têkoşîna bi hev re ya gelan dikarin pêk bînin. Em bawerin ku bo van tiştan şert û mercên vê jî hene. Şert û mercên herêmî û welêt, ji bo wan guncaw in. Lê belê eger gelê Kurdistanê di vî warî de bersivek ji gelê Tirkiyeyê nebîne, di têkoşîna demokrasiyê de bi tenê bimîne, bêguman wê gelê Kurd li Amedê alternatîfa xwe ava bike. Ev hemû weke dibetiyan di rojevê de ne."

    Bi heman mijarî:

    Saziyên Amedê: Parêzbendî divê neyên rakirin
    Akademîsyenê tirk: ‘Bila Parlementerên HDPê û CHPê bihevre îstîfa bikin'
    Nûnerên PEyê û parlementerên HDPê bo Sûrê çûn Walîtiyê
    Parlementerên HDPê dest bi greva birçîbûnê kirin
    Baluken: ‘Esadullah dixwaze parlementerên HDPê qetil bike'
    Parlementerên HDPê qedexe û êrişan li meclisê protesto kirin
    Etîketan:
    parlementerên hdpê, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, parlementoya alternatîf, parêzbendî, kongra gel, remzî kartal, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de