10:34 24 Hezîran 2018
Girê Spî

MSD dê li Girê Spî navendan veke!

© Foto : AA/ Ali İhsan Öztürk
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk dê li bajarê Girê Spî û herêmên Şehba navendên xwe veke.

Girê Spî — Li gorî nûçeya ANHAyê Şandeyek Ji Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk yekemîn car serdana bajarê Girê Spî kir da ku li wir û herêmên Şehba navendên xwe veke.
Di nava şandeyê de endamên Desteya Serokatiya MSDê Hikmet Hebîb û Bêrîvan Ehmed, Serokê Buroya Sekretariya MSDê Cîhad Umer, Nûnerê Ciwanan di meclîsê de Medya Mihemed Sehîd pêk dihat.

Şandeya MSDê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî Leyla Mustefa û hin rayedarên Rêveberiya Xweser hate pêşwazîkirin.
Di serdanê de Hikmeta Hebîb axivî û sedemên serdana xwe vegot. Hebîb diyar kir ku wan plansaziyek daniye ku li bajarên Sûriyeyê buroyên xwe vekin û ji ber girîngiya bajarê Girê Spî ya ernîgarî, siyasî û çandî wan ev bajar jî hilbijartiye.

Hebîb, Girê Spî wekî nimûneya Sûriyeke biçûk binav kir û got ku ew ê çand jiyana hevbeş a berê vegerînin. Hebîb got: 'Ev cara yekê ye ku meclîsa me serdana bajarê Girê Spî dike. Me navendên saziyên civîl ên bajêr ziyaret kir. Em niha li navenda Rêveberiya Xweser in da ku ji nêz ve xebatên xwe nas bikin.'

Tê payîn ku serdana şandeya MSDê çend rojan dewam bike. MSDê di civîna xwe ya 7ê nîsanê de biryar dabû ku li bajarên Sûriyeyê 3 navendên xwe veke yek ji wan jî Girê Spî bû.

Bi heman mijarî:

Artêşa Tirkiyeyê şêvê din dîsa êrişî Girê Spî kir
Li Girê Spî welatiyekî din bi guleyên artêşa Tirkiyeyê birîndar bû
MSD pergala federaliya demokratîk pejirand
Osê: Li Cenevreyê dê MSD û PYD jî hebin
Etîketan:
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, ANHA, Medya Mihemed Sehîd, Cîhad Umer, Bêrîvan Ehmed, Hikmet Hebib, Girê Spî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de