09:14 22 Îlon 2017
Zindî
    Heleb

    Muxalifan bi roketan êrişî nexweşxaneyekê kirin!

    © AP Photo/ Monica Prieto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 310

    Muxalifên Sûriyeyê bi roketan êriş birin ser nexweşxaneyeke Helebê û nexweşxaneyê rûxandin. Di encama êrişê de ji 10an zêdetir kes mirin û birîndar bûn.

    Tankên artêşa Tirkiyeyê
    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Heleb — Li gorî agahiyên leşkerî yê Artêşa Sûriyeyê yên ku da RIA Novostiyê, muxalifên Sûriyeyê bi roketan êrişî Nexweşxaneya Dabbit ya Helebê kirin. Hate ragihandin di encama êrişa li ser nexweşxaneya ku  di bin kontrola Rejîma Sûriyeyê de ye, 10 welatî mirin û bi dehan kes birîndar bûn.

    Li gorî çavkaniyên leşkerî, El-Nûsra jî li Helebê êrişî gelek deran dikin, û li ser vê yekê leşkerên Artêşa Sûriye jî bersiva êrişên wan didin.

    Ji hêla din ve televizyona dewleta Sûriyeyê ya bi navê SANA dîmenên nexweşxaneyê weşand û ragihand ku nexweşxane bi temamî hilweşiyaye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bi wêneyan beriya şer û piştî şer ‘Heleb'
    Bîlgen: Tu ferqa Cizîrê ji Heleb û Xezzeyê nemaye
    DAIŞ û El Nûsrayê li Heleb û Efrînê 37 sivîl kuştin
    Artêşa Sûriyeyê rêya navbera Heleb û Hemayê bi dest xist
    Etîketan:
    artêşa sûriyeyê, êrişên omên terorîst, heleb, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de