13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Rojnamevan

    Li gor raporta Bianet ê li Tirkiyê 28 rojnamevan di girtîgehê de ne

    © Flickr/ Eelco
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li gor raporta Çavdêriya Medya ya BİAyê li Tirkiyê 28 rojnameger û 10 belavker di girtîgehê de ne. Heman ropart aşkere dike ku 18 rojnameger û temamê belavkeran xebatkarên medyaya Kurdan bûn.

    Navenda Nûçeyan — Tora Ragihandinê ya Serbixwe (Bianet) bi mebesta 3ê Gulanê roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî roparta derbarê çavdêriya medyayê de aşkere kir. Raport bi berfirehî cî dide şert û mercên ku rojnameger tê de kar dikin û diyar dike ku rojnamger di bin siya Yaseya Dijterorê (TMK) û Yaseya Ceza ya Tirk (TCK) de dixebitin.

    Di raportê de ev rewş wiha hatiye ragihandin: "Rojnamevan di bin siya TMKê û TCKê de bi cezayên giran re rûbirû dimînin ku. Li gor sê mehên sala derbesbûyî îsal hejmara rojnamegerên rastî êrişan hatine ji 10an derketiye 17eyan. Hejmara kesên hatine binçavkirin ji 7an derketiye 49an û hejmara rojnamegerên di girtîgihê de ji 23êyan derketiye 28an."

    '18 ROJNAMEVAN DI MEDYAYA KURDAN DE DIXEBITIN'

    Li gor heman raportê ji van 28 rojnamevanan 18 ji wan di medyaya Kurdan de dixebitin ku 15 ji wan ceza girtine û dozên rojnamevanên din jî berdewam dikin. Dîsa 10 jî belavkar hatine girtin ku raport dibêje temamê van kesan bi heman awayî di saziyên Kurdan de dixebitin.

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbînê 2 rojnameger hatin binçavkirin
    Midûrê nûçeyan yê İMC TVyê hate desteserkirin (Hate nûkirin)
    Rojnameger Hamza Aktan serbest hate berdan
    Rojnameger li bajarên sersînor bêyî destûra walîtiyê nikarin kar bikin
    Etîketan:
    Tora Ragihandinê ya Serbixwe (Bianet), Rojnameger, Rojnamevan, Yaseya Ceza ya Tirk (TCK), Yaseya Dijterorê (TMK), roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî, Azadiya Çapemeniyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de