23:51 13 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Şerê bajarên kurdan dibin behane ku çekan nedin me

    © Foto: AA/ Şebnem Coşkun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê eşkere kir ku ji ber şerê li bajarên kurdan, hinek çekan bi pereyan jî nafiroşin me, nadin me. Di nav wan de, hinek endamên NATOyê jî hene”.

    Navenda Nûçeyan —  Erdogan beşdarî rêûresimê Destpêka Avakirina Keştiya Pir-aramncî ya Êrîşê ya Tuzla Sedefê bû û li wir axivî.

    Serokkomarê Tirkiyeyê got: "Di şûna ku Tirkiye ji xwe re pîşesaziyeke leşkerî xurt aca bike, hatiye neçarkirin ku girêdayî derve be. Hinek vî tiştî tenê bi endamîtiya me ya NATOyê ve girêdidin. Bawer nakim ku mesele evqasî besît û bêguneh be. Wiha bawer dikim ku di pîşesaziya leşkerî de jî meseleyên din hene.

    Erdogan teqez kir ku divê Tirkiye têra xwe bike û wiha dewam kir: "Hinekhene ku pevçûnên ku rojhilat û başûrê rojhilatê(Bajarên Kurdan) diqewimin, ji xwe re dikin behane û hinek çekan bi pereyan jî nafiroşin me. Ev ew delwet in yên ku em di NATOyê de jî bi wan re ne. Di vê krîza li Sûriyeyê de, tehdîd li ser me hene û hinek hene alîkariyê didin rêxistinên terorê lê çekan nadin dosta xwe Tirkiyeyê. Dûre telefonî min dikin û ji min re dibêjin ku ‘em van gotinan li ser medyayê nebêjin'.

    Bi heman mijarî:

    Bayik: Êrişên li ser bajarê Kîlîsê plana Erdogan e!
    Erdogan, reqîbê xwe yê herî mezin eşkere kir
    Erdogan vê carê jî çav berda azadiya zarokan
    Yekîtiya Ewropayê: ‘Erdogan bila bizane ku em bazarê nakin'
    Nivîskarê tirk:'Erdogan biryara xwe da, serokwezîr diguhere'
    ‘Erdogan ji bo sûcên xwe veşêre çapemeniyê asteng dike'
    Etîketan:
    firotina çekan, şer, bajarên kurdan, çek, NATO, Recep Tayyîp Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de