08:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Bexda

    Parlementerên kurd li Bexdayê asê mane

    © Sputnik/ Oleg Lastochkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerên kurd ên li parlementoya Iraqê jî li devera asê mane û ditirsin ku xwepêşander êrîşî wan bikin.

    Bexda  —  Parlementerê PDKê yê parlementoya Iraqê Eşwak Caf got: "ew asê mane û ditirsin ku xwepêşander êrîşî wan bikin. Polîs û hêzên ewlehiyê berpirsyar in ku parlementeran biparêzin lê wan ez wisa hiştim û çûn lê hîn xwepêşander negihiştîne min".

    Serokê koma Goranê Hoşyar Ebdullah jî diyar kir ku hevkarê serokê parlementoyê Aram Şêx Mihemed û 5 parlementerên kurd yên bi navê Mihemed Riza, Arez Ebdullah, Ala Talabanî, Rengîn Ebdullah û Rêbwar Taha di hundirê parlementoyê de asê mane.

    Hoşar Ebdulah wiha dewam kir: "Bergiran em ji destên xwepêşanderan xelas kirin. Lê xwepêşanderan êrîşî me kir û camên otomobîlên me şkandin. Tiştê îro qewimî, rêzdariya parlementoya Iraqê biçûk kir".

    Herwiha Ebdullah wiha got: "Diyar e ku ev bizava tevgera Sedrî ye. Dibe ku Baas jî di nav wan de be. Balyozxaneya Amerîka hişyarî ji bo Bexdayê da".

    Bi heman mijarî:

    Parlementoya Iraqê Şingal wek navçeyeke wêrane nas kir
    Kurdan li Parlementoya Iraqê Peyamekê raberî Ebadî dikin
    “NY analîza perçebûna Iraqê dike”
    Komara Çekî leşker dişîne Iraqê
    Hikumeta Bexdayê fealiyeta Al Jazeera ya Iraqê qedexe kir
    Etîketan:
    Sedr, Goran, PDK, Rêbwar Taha, Rengîn Ebdullah, Ala Talebanî, Arez Ebdullah, Mihemed Riza, Aram Şêx Mihemed, Hoşyar Ebdullah, Eşwak Caf, Iraq, Bexda, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de