04:35 16 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Hêzên Kurd li Kerkûkê bi ser dikevin!

    © Foto: © REUTERS/ Ari Jalal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Herêma Kurdistanê operasyona hêzên Kurd ji bo bidestxistina bajarokê Beşîr ê di bin kontrola terorîstên DAIŞê de dabûn destpêkirin, pêş de diçe. Gelek nuqteyên derdora bajarokê Beşîr ê girêdayî Kerkûkê hatin bidestxistin.

    Balafirên şer
    © Sputnik/ VLADİMİR ASTAPKOVİCH
    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê hêzên kurd ên li çeperên Kerkûkê dixwestin bajarokê Beşîr dorpêç bikin, di vê çarçoveyê de herêma herî stratejîk ya bi navê herêma Merzîreyî Dewle xistin bin kontrola xwe. Piştî şerên dijwar ên ji danê sibehê ve, niha jî hêzên pêşmerge xwe amade dikin ku bikevin Elbûmerfecê.

    Berpirsiyarê leşkerî yê çeperên Kerkûkê diyar kir ku kontrolkirina Beşîr gelekî zehmet e, lê piştî gelek hewldanên Heşdî El Şebî yên bêencam, hêzên Kurdistanê ketine tevgerê û ev der xistin bin destê xwe. Piştre gelek rê, gund û nuqteyên bajarokê Beşîr ketin kontrolê. Operasyona ji bo kontrolkirina rêya ketina bajarok bi awayekî serkeftî berdewam dike.

    Rêveberên peşmergeyan têkildarî girtina deriyê bajarokan jî agahî dan û destnişan kirin ku hêzên kurd tevî şerên dijwar jî ti windahî nedane, bi êrişên hewayî yên koalîsyonê û hêzên pêşmerge, derbên giran li terorîstên  DAIŞê dixin û gelek çete hatine kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ ragihang ku 3 tankên dewleta tirk îmxa kirine û dîmenê tankan weşandin
    Gelo DAIŞ dixwaze şerê Tirkiyê bike?
    Balûken: Agahiyên cidî hene ku DAIŞ êrişî HDPê û CHPê bike
    ÎDIA - Dibe DAIŞ bi çekên kimyewî êrişî Ewropayê bike
    KERKÛK - Di nava 2 rojan de 8 jin hatin kuştin
    KERKÛK - Balafirên şer DAIŞê dan: 6 kuştî
    HPG: ‘Ji bo parastina Kerkûk û Kurdistanê em beşdarî operasyona Mûsilê dibin’
    Etîketan:
    operasyona rizgarkirinê, bajarokê beşîr, kerkûk, hêzên kurd, hêzên pêşmerge, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de