21:54 11 Kanûn 2017
Zindî
    Telal Silo -QSD

    QSD: Em amade ne ku alîkariya şêniyên Bakurê Helebê bikin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku hêzên wan amade ne hawara rizgariyê ya gelên herêmên Bakurê Helebê bibersivînin.

    Şêniyên herêmên Bakurê Helebê bi daxuyaniyekê bang li hêzên demokratîk ên Sûriyeyê û bi taybet Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kirin ku alîkariya wan bikin û wan ji terorîstên DAIŞê û komên çekdar ên Koalîsyona Sûriyeyê rizgar

    bikin. Li ser banga şêniyên Bakurê Helebê, QSD bêdeng nema û diyar kir ku wê li hember êrişên terorîst alîkariya wan bikin. Berdevkê Fermî yê QSDê Telal Silo di hevpeyvîna xwe ya di ANHAyê de diyar kir ku hêzên wan bo alîkariya şêniyên

    Bakurê Helebê amadene.

    Silo derbarê dema destpêkirina operesyonên rizgarkirina herêmên Helebê de destnîşan kir ku heya niha demeke zelal nehatiye diyarkirin, lê belê ew ê ji soza xwe ya rizgarkirina şêniyên herêmê venegerin û dema derfet bi dest wan keve dê biçin ser hawara gel.

    Etîketan:
    bakurê helebê, çekdarên koalîsyona sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, qsd, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, telal silo, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de