22:02 11 Kanûn 2017
Zindî
    Xwepêşandanên Iraqê

    Alîgirên Sedrî parlementoya Iraqê dagir kir (HAT NÛKIRIN)

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Muqteda El-Sedrî bangî alîgirên xwe kir ku ji bo çaksaziyê derkevin xwepêşandanan, alîgirên wî careke din ketin nava herêma kesk li paytextê Iraqê û gihiştîn nava parlementoyê.

    Bexda —  Piştî ku serokê tevgera Sedrî Muqteda El-Sedrî di daxuyaniyeke çapemendiyê de bangî şoreşeke aştiyane kiribû û gotibû: "Yan em ê hikûmetê birûxînin an jî ew ê çaksaziyê pêk bînin", alîgirên wî derketin xwepêşandanan û gihiştîn herêma kesk li Bexdayê û niha jî ketina hundirê parlementoyê."

    Li dû van daxuyaniyan, xwepêşander ketin nava herêma kesk ya Bexdayê û niha jî dora parlementoyê dorpêç kiriye û hinek ketina hundirê parlementoyê jî.

    Hikûmeta Iraqê rewşa awarte ragihand û rayedarên iraqî yên di nav aparlementoyê de jî dixwazin derkevin. Ji aliyekî din ve, hikûmeta rêyên hatina Bexdayê girtin û tenê destûrê dide xelkê ku ji Bexdayê derkevin.

    Herwiha alîgirên Sedrî parlementerekî Iraqê yê koma Fazîletê derxist û hat ragihandin ku li derve lêxistin jî xwariye

    NY û balyozxaney hatin girtin

    Ji aliyekî din ve, balyozxaneyên herêma kesk ku ya Amerîkayê jî tê de ye, hatin valakirin û nivîsgeh û dezgehên Neteweyên Yekbûyî jî li navenda Bexdayê jî hatin girtin.

    Xwepêşander diçin balafirgehê

    Hat ragihandin ku hinek xwepêşanderan berê xwe daye balafirgeha Bexdayê ta ku nehêlin ti rayedar ji Iraqê bireve.

     

    Bi heman mijarî:

    Alîgirên Sedrî li herêma kesk dicivin
    Muqteda Sedr: ‘Divê kurd jî tev li rêveberiya Iraqê bibin'
    Muqteda Sedr Heşda Şebî hişyar kir
    Hevalbendên El Sedr ‘Herêma Kesk' dorpêç kirin
    Etîketan:
    çaksazî, xwepêşandan, gendelî, Muqteda El Sedr, herêma kesk, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de