08:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    joe biden- iraq

    “NY analîza perçebûna Iraqê dike”

    © AFP 2017/ SAUL LOEB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya New York Timesê ragihand ku Amerîka hîn jî yekbûna xaka Iraqê diparêze lê dîsa jî peywirdarên Neteweyên Yekbûyî li Bexdayê xebateke dest pê kiriye ta ku bizanin bê cîhan dê çawa li perçebûna Iraqê binere.

    Navenda Nûçeyan  — Berî du rojan cîgirê serokê Amerîkayê Joe Bidenî ji nişkê ve serdana Bexdayê kir û bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk anî û dûre çû Hewlêrê û bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî hevdîtinek pêk anî.

    Gava Biden li Bexdayê bû, serdana balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir û li wê derê daxuyaniyên balkêş dan ku ji bo Iraqê got: "Ev cihên em îro we dişîninê ku hûn aştiyê bînin, ew bi xwe di dîrokê de ji aliyê etnîkî, dînî û çandeyî ji hev cuda ne û me sînorên wan danîne. Dewletên çêkirî ne".

    New York Times diyar dike ku berê Joe Biden bang dikir ku Iraq di navbera şîiyan, suniyan û kurdan de dabeş bibe lê piştî ku hat erka cîgiriya serokatiyê herdem yekbûna Iraqê parast.

    Ji aliyekî din ve, rojnameyê ragihand ku peywirdarên Neteweyên Yekbûyî hêdî hêdî û bêdeng dest bi xebatekê kiriye ta ku bizanin bê cîhan dê çawa li perçebûna Iraqê binere

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: ‘Iraq di nava kurd, şie û sune de bûye sê perçeyên cuda'
    Iraq - Wezîrê Petrolê îstifa kir!
    Iraq: Em bi riya xeta Kerkûk - Ceyhanê êdî petrol nafiroşin'
    ​Davutoglu: Em ê nehêlin Iraq û Sûriye perçe bibin
    Bi hezaran penaberên Iraq û sûriyeyî li sînorê Makedonyayê asê mane
    IRAQ - 3 wezîran bi hev re îstifa kir
    Etîketan:
    şîî, perçebûna Iraqê, perçebûn, sunî, kurd, Joe Biden, Heyder Ebadî, Mesûd Barzanî, Bexda, Hewlêr, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de