16:25 19 Sibat 2018
Zindî
    Xeta sînor

    ÎDIA/ Leşkerên Tirk gule avêtin Qamişloyê: 2 zarok birîndar bûn

    © Foto: Evrensel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Li bajarê Qamişloyê du zarok bi guleyan birîndar bûn. Li gor nûçeya di Ajansa Nûçe ya Hawarê (ANHA) de hatiye belav kirin, gule ji Nîsêbînê ji hêla leşkerên Tirk ve hatine avêtin.

    Navenda Nûçeyan — Ajans di nûçeya xwe de cî daye vîdeoyekê ku tê de dîmenên her dû zarokên birîndar bûne heye. Li gor heman nûçeyê li taxa Aşûriyê ya Qamişloyê zaroka 5 mehî ya bi navê Roza Riyad Hisên û Elaa Mistefa Xelo yê 14 salî di encama gulebaranê de birîndar bûne.

    Li gor malbatên zarokan, gule ji aliyê Nisêbînê ya Mêrdînê ve hatine avêtin û kesên gule avêtine leşkerên Tirk in.

    Endamê Rêveberiya nexweşxaneya El-Rehme Ebdilsemed Osman diyar kir ku wan zarok derman kirine û ji şandine malên wan.

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - Artêşa tirk Qamişlo bombebaran dike!
    Qamişlo - YPG: Dewleta tirk êriş kir, me bersiv da!
    Di navbera Nisêbîn û Qamişlo de xendek tê kolandin
    Etîketan:
    Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Leşkerên Tirk, El-Rehme Ebdilsemed Osman, Elaa Mistefa Xelo, Roza Riyad Hisên, Merdîn, Nisêbîn, Taxa Aşûriyê, Qamişlo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de