03:40 21 Tebax 2017
Zindî
    Îstixbarata Tirkiyayê - MIT

    Gelo Tirkiyê cîhadîstên ku dişîne Qeyseriyê di şerên li bajarên Kurdan de bikar tîne?

    © Foto: AA / Arşîv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4301

    Navenda Mafê Jiyanê ya li Hember Şer, derbarê bandora mudaxeleya Sûriyê ya li ser Hatayê de raportek amade kir. Raport cî dide hin agahiyên girîng yên rayedarekî Wezareta Karê Derve. Li gor raportê asayîşa Tirkiyê hin cîhadîstên ku desteser dike, dişîne Qayseriyê û dibe ku ev kes di şerên li bajarên Kurda tên bikaranîn.

    Navenda Nûçeyan — Raport bûyerên di navbera mehên Adar û Nîsana 2016an digire dest. Li gor raportê ji bilî cîhadîstan ti kes ne di bin ewlekariyê de ne û ji bo cîhadîstan parêzbendiya fiîlî tê bi kar anîn. Raport balê dikişîne ser wê rewşê ku endamên DAIŞê dişînin welatên ku wê çalakiya lidar bixin. Herweha tê îdîa kirin ku Tirkiye cîhadîstan weke Şervanên Terorîst yên Biyanî (YTS) binav dike.

    ‘PEYWIRDAREKÎ WEZARETÊ: PARÊZBENDIYA CÎHADÎSTAN HEYE'

    Raport cî dide hin agahiyên peywirdarekî wezareta karê derve. Li gor van agahiyan, endamên DAIŞê û cîhadîstên din di bin parêzbendiyeke fiîlî de ne. Peywirdarî ev tişt ragihandiye: "Dema ku endamekî DAIŞê tê girtin, herçipas ku zanibin ew DAIŞî ye jî ti lêpirsîna hiqûqî nayê çêkirin. Yanî weke YTSyê tê û ti agahî derbarê wî de nayên girtin. Heke ku şandina wan ji bo welatên wan bi rîsk be wan dişînin welatekî din." Tê îdîakirin ku nasnameya Komara Tirkiyê didin cîhadîstên Turkistana Rojavayê û wan dişînin bajarê Qeyseriyê.

    Raport têkiliya vê îdîayê bi wê nîqaşê ve girêdide ku li bajarên Kurdan, di şer û pevçûnan de hin tîmên taybet yên bi tirkî nizanin tên bikaranîn. Weke tê zanîn hin rayedarên HDPê û DBPê jî heman îdîa anîbûn ziman. Lê heta niha ev tişt nehatibû piştras kirin.

    ‘ÇÛNÛHATIN JI HÊLA MITÊ VE TÊ BIRÊVEBIRIN'

    Herweha tê gotin ku çûnûhatina van kesan ji hêla saziya İstixbarata Tirkiyê (MIT) ve tê birêvebirin.

    Koordînatorê Raportê Alî Ergîn Demîrhan ji Spûtnîkê re axivî û got ku agahiyên çavkaniya wan dane û nûçeyên di çapemeniyê de derketine hevûdû digirin. Demîrhan dibêje ku: "Agahiyên çavkaniya me û daxuyaniyên rayedarên Belçîkî û Holendî yên piştî qetlîama Brukselê û herweha yên Tayîp Erdogan hevudû digirin."

    Etîketan:
    Spûtnîk, Kurd, saziya İstixbarata Tirkiyê, MİT, raport, DAIŞ, Alî Ergîn Demîrhan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de