12:24 19 Tebax 2017
Zindî
    Amed

    Li Sûrê klîpek nîjadperest: "Ji bo Xwedê lêxin, ji bo Pêxember lêxin"

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li navçeya Sûrê ya Amedê klîbek bi navê "Yalnizim Atam" hatiye kişandin û hatiye belav kirin ku Sûr 3 mehan rastî biryara xedeyê hatibû û heta niha jî hin deverên wê qedexe ne. Di klîpê de straneke rapê heye ku bi gotinên nîjadperest û neteweperweriya Tirk hatiye nivîsandin.

    Navenda Nûçeyan — Klîp ji hêla SAT5 Productionê ve hatiye kişandin û bi heman navî di kanala youtûbê de hatiye belavkirin. Di klîbê de kesekî ruyê wî veşartî straneke rapê dixwîne ku gotinên stranê bi giştî nîjadperestî ne. Dîsa di klîbê de gotinên derbarê Ermenî û Kurdan de yên nefterê dinava xwe de dihewînin tê dîtin.

    LI HERÊMA ÇÛNÛHATIN QEDEXE YE KLÎP HATIYE KIŞANDIN

    Klîp li odeyeke xirbe û bi dengê bêtêlê dest pê dike. Dengê ji bêtêlê tê dibêje ku "Ji bo Xwedê lêxin, ji bo pêxember lêxin, ji bo şehîdên me lêxin".

    Di klîpê de cîûwarên ku di dema operasyona leşkerên Tirk de hatine rûxandin tên dîtin. Herweha dîmenên Mizgefta Qurşunliyê jî balê dikişînin ku derdora mizgeftê heta niha jî ji ber qedexeya walîtiye ji çûnûhatinê re girtiye.

    Nehatiye zanîn ku destûra kişandina klîbê jî aliyê kîjan saziyê ve hatiye dayin. Ji bo kişandina klîbê kameraya drone hatiye bikaranîn û di dawiya wê de jî navên leşkerên di operasyona Sûrê e mirinê hatiye nivîsandin.

    Etîketan:
    SAT5, Kurd, Ermen, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de