07:41 21 Tebax 2017
Zindî
    Abdullah Gul

    Gul:'Di çareseriya pirsgirêka kurdî de ez ne wekî hikumetê difikirîm'

    © Foto: AA/ Sercan Küçükşahin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Avakarê AKPê û Serokomarê Tirkiyeyê yê Berê Abdullah Gul derbarê çareseriya pirsgirêka kurdî de ragihand ku ez û hikumetê em ne wekî hev difikirîn, di pirsgirêja kurdî de ez alîgirê hêza nerm bûm.

    Navenda Nûçeyan — Avakarê AKPê û Serokomarê Tirkiyeyê yê Berê Abdullah Gul di hevpeyvîna xwe ya taybet a televîzyona El Erebiye de derbarê çareseriya pirsgirêka kurdî de ragihand ku ez û hikumetê em ne wekî hev difikirîn, di pirsgirêja kurdî de ez alîgirê hêza nerm bûm. Ez û gelek siyasetmedarên Tirkiyeyê ne wekî hev difikirin, ev ne tiştekî nû ye û ew siyasetmedar jî vê dizanin. Ev xwezaya min e, lewra gengeşiyen navxweyî welat xera dike.

    Min piştgiriya çareseriya siyasi dikir û ez ne wekî hikumetê difikirîm

    Abdullah Gul di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got:'Min got bila reformên ekonomîkî bi reformên siyasî re bimeşin. Ev ji bo rewşa Sûriyeyê jî derbad dibe. Min piştgiriya çareseriya siyasî dikir. Lewra div ê mijarê de ez û hikumetê em ne wekî hev difikirîn.'

    Di pirsgirêka kurdî de ez alîgirê hêza nerm bûm

    Gul di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got:'Li Tirkiye kurd dikarin bibin wezîr û bûrokrat, lê hejmara van gelekî kêm e. Dewlet di çareseriya hinek pirsgirêkan de bi derengî ket. Di hêla warê azadiya îfade û weşana televîzyonî de maf dereng hat dayîn. Lê hinek tişt jî hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçûn. Piştî bûyerên Iraq û Sûriyeyê rewşa herêmê guherî.'

    Bi heman mijarî:

    Abdullah Gul:'Divê pêwendiyên Rûsyayê bi rihekî nû werin pêşxistin'
    Demîrtaş: ‘Abdullah Gul dikare bibe serokê Tirkiyeyê yê yekemîn'
    Zanîngeha Abdullah Gul îstîfaya profesorê aştîxwaz xwest
    Abdullah Gul: "Hevdîtina Rûsya û Amerîkayê Sûriyeyê de wê serdemeke nû dest pê bike
    Abdullah Gul: "Bila kurd di bin partiyekê tenê de kom nebin"
    Etîketan:
    Televîzyona El Erebiye, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Serokomarê Tirkiyeyê yê berê, Dewleta Tirkiyeyê, Abdullah Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de