09:55 18 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    Serokwezîrê tirk : 'Ev ne rojnamevaniye, ew rasterast piştevanên terorê ne'

    © Foto: AA/ Volkan Furunc
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu bertekek tund da nûçeya BBCyê û nûçeyê weke ‘propagandaya terorê' binavkir.

    Navenda nûçeyan —  Nûçegihanê brîtanî yê bi navê Ian Pannell çû Qendîlê û li gel Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik re hevpeyvînek kir. Pannnell di hevdîtina xwe de cih da dîmenên perwerdehiya endamên PKK jî û ev yek jî bû sedema berteka hikumeta tirk. Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu bertekek  tund da ev nûçeya BBCyê û got: ‘Ev yek ne rojnamevaniye. Kesên wiha piştevaniya terorê dikin.'

    Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu di civîna koma partiya xwe de berteka xwe ya li ser nûçeya BBCyê ya li gel Cemîl Bayik re hate kirin anî ziman û BBCyê weke piştevanê terorê binavkir.

    Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Em dibînin ku civaka navneteweyî di mijara terorê de binketî ne. Em dibînin ku terorîst li nava paytextên Ewrûpayê konan vedikin. Hevpeyvîna bi terorîstan re ne rojnamevaniye, berawajî piştevaniya terorê ye. Em nikarin li hember vê yekê bêdeng bimînin.'

    Bi heman mijarî:

    Burkay:'Bila PKK û dewlet çekan bêdeng bikin'
    "Ji bo rizgarkirina Mûsilê bila PDK, YNK û PKK lihev bikin"
    Bayik: Li bajarên kurdan bi zanebûn nexweşiya Hepatît Byê tê belavkirin
    Erdogan bersiva Cemîl Bayik da: ‘Em ketin lan û jêrzemîna we!'
    Bayik: ‘Kirinên dewletê di çarçoveya Plana Masterê de pêk tê!'
    Bayik: ‘Tirkiye heta xwerêveberiya gelê kurd nas neke, ev gel jî dewletê nas nake'
    Bayik: ‘Hemû dijminê kurdan li dora AKPê tifaq çêkirine'
    Etîketan:
    kck, bbc, Ian pannell, brîtanya, hikumeta tirk, rojnamevan, akp, ahmet davutoglu, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de