20:16 17 Tebax 2017
Zindî
    Polês, operasyon, binçavkirin

    Operasyonên siyasî -Polêsan li Agirî, Amed û Çewlikê 19 welatî desteserkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Navenda nûçeyan —Operasyonên dewleta tirk yên li ser bajar û gelê kurd naqede. Polêsan îro dîsa bi ser gelek cihan de girtin û di encamê de bi dehan welatî binçavkirin. Di nava kesên ku hate binçavkirin endam Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Baglara Amedê jî hebû.

    Çewlik

    Polêsan îro danê sibehê bi ser avahiyên HDP, DBP, Kurdî-Deri ÎHD, BUO-DER, Egîtîm-Sen û Pirtûkxaneya Rençber Azîz yê Çewlikê de girtin. Di encama bi serdegirtinan avahiya Egîtîm-Senê de, mamoste jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Navên 6 kesên hatine binçavkirin wekî Îsmaîl Koç, Perîhan Demîr, Nîhat Ogur, Erkan Kanar, Sedat Seyîthanoglu, Recep Us hatin eşkere kirin.

    Li Komeleya Xwendekaran a Zanîngeha Çewlikê (BUO-DER) jî 9 kes hatin binçavkirin û yên navên wan hatine hînbûn wiha ne: ‘Hasem Tîlkî, Baver Damlayici, Jiyan Yakut, Zeynep Atli, Kader Peker

    Di encama bi serdegirtina malan de jî welatiyeke bi navê Mujdat Çakmak hate binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin ji bo parastina wan bên standin wan birin Midûriyeta Ewlehiya Çewlikê.

    Agirî

    Li Agiriyê, endamên Komeleya Xwendekaran a Çiyayê Agirî (ADO-DER) li kolana Cumhuriyetê boneya piştgiriya Cizîrê stant vekirin. Polêsan bi ser standê de girtin û xwendekarên bi navên Cahît Ozer û Mûhammet Oguz desteserkirin.

    Amed

    Li taxa Mevlana Halît a li navçeya Amed Baglarê, polêsan bi ser malan de girtin û endamê Meclîsa Partiyê ya DBPê Mesut Bagcik binçav kirin. Bagcik bi maşînên zirxî birin Midûriyeta Ewlehiya Bajêr.

     

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka HDPê ya Rihayê hate binçavkirin
    6 DBPyî hatin binçavkirin
    Li Mûşê operasyona qirkirina siyasî: 35 kes hatin binçavkirin
    Nûçegîhanên DÎHAyê hatin binçavkirin
    Li Şirnexê operasyonên siyasî: 8 kes hatin binçavkirin!
    Operasyonên siyasî: 3 jê zarok 6 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    bdp, kurdî-der, hdp, agirî, siyasî, çewlik, amed, binçavkirin, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de