21:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Beşar Esad û Esma Esad

    Esad, hemû pêşniyarên ku welat biterikîne red kirin

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1701

    Şêwirmendê Serokatiya Parlamentoya Îranê Huseyin Şexulselam ragihand ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad tucarî welatê xwe naterikîne û daxwaza penahiyê nake.

    Navenda Nûçeyan — Şêwirmendê Serokatiya Parlamentoya Îranê Huseyin Şexulselam ragihand ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad tucarî welatê xwe naterikîne û daxwaza penahiyê nake, gelek welatan ji bo ku dev ji wezîfeya xwe berde pêşniyara milyar dolar pereyan jî kir, lê wî hemû pêşniyar red kirin.

    Huseyin Şexulselam di hevpeyvîna xwe ya radyoyê Spûtnîkê de behsa nûçeyên ku Esad daxwaza penahiyê li Îranê kir de axivî û got:'Beşar Esad tucarî li Îranê daxwaza penahiyê nekiriye û nexwestiye ji welatê xwe veqete. Emîrê Qetarê û serokê gelek welatan ji bo ku Esad dev ji welatê xwe berde pêşniyara milyar dolar pereyan kirin, lê Esad ev hemû peşniyar red kirin û welatê xwe ne terikand.

    Tu ferqa me ji malbateke sûriyeyî tuneye

    Ji aliyê din ve televîzyona El Meyadîna libnanî ku berê gotibû, Fermandarê Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî pêşniyara penahiyê li malbata Esad kir, lê Serokê Sûriyeyê ev pêşniyar red kir. Di nûçeyê de hatibû ragihandin ku tu ferqa malbata Esad ji malbateke sûriyeyî tuneye, lewma dê li Şamê bimînin.

    Esad dixwaze hetanî dawiyê şer bike

    Siyasetmedarê îranî û dîrektorê Ajansa Nûçeyan a Mehrê Riza Mogdaşî jî di hevpeyvîna xwe ya radyoyê Spûtnîkê de got:' Di wê dewrê de (2012) rewşa Sûriyeyê û Şamê her diçû xirabtir dibû. Ne Esad lê dixwestin malbata wî bibin Îranê, lê Beşar Esad ev pêşniyar qebûl nekir û got ez ê hetanî dawiyê şer bikim.'

    Bi heman mijarî:

    Eger Beşar Esad here, Sûriya parçe dibe
    Caferî:'Em pêşeroja Esad nakin cihê nîqaşê'
    Times:'Esad û Îran amadehiyên êrişa Helebê dikin'
    Esad:'Siyasetmedarê ewropî tucarî Rûsya û Pûtîn fêhm nakin'
    Esad: ‘Dixwazim têkevim dîrokê'
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Sûrîyeyê, El Meyadîn, Huseyin Şexulselam, Esma Esad, Qasim Silêmanî, Beşar Esad, Şam, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de