02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    Niştecihên Hesekê: DAIŞê nefta Cipsê difirot Tirkiyeyê

    © Foto: AA/ Hasan Özkal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3901

    Niştecihên Hesekê ji RT Erebî re dan xuyakirin ku, DAIŞê nefta ji herêma Cipsê direvand di ser rêya Reqayê re dibir Tirkiyê.

    Navenda Nûçeyan — Qada neftê ya Cipsê, piştî bajarokê Şedadê ji hêla Hêzên Demokratîk yên Sûriyê ve hate rizgarkirin ji destê DAIŞê derketibû.

    Niştecihên herêmê didin xuyakirin ku heta DAIŞ ji wir hate derxistin gelek fêde ji nefta wir wergirtiye. Yek ji niştecihên Hesekê Ghazî Husseîn ji RT Erebî re axivî û diyar kir ku, DAIŞê nefta ku ji wir bidest dixist destpêkê dibir Reqayê ku keleha rêxistina teroristî ye. Piştî wê jî derbasî Tirkiyê dikir.

    ‘NEFT BI DOLAR Û ÇEKAN DİGUHERAND'

    Ghazî dibêje ku neft didan Tirkiyê û dolar û çek ji bedêla wê distandin. Herweha ji Sûriyê gelek asarên dîrokî direvandin Tirkiyê.

    'TANKÊN NEFTÊ JI IRAQÊ ANÎBÛN'

    Li gor niştecîhekî bi navê Amir Al Hajjî cîhadîstan tankên neftê ji Iraqê anîbûn ku ev tank ji bajarê Mûsil dihatin. Hajjî van agahiyan dide: "Tank hemû ji Iraqê hatibûn lê nefta di nav wan de ya Sûriyê bû. Neftê destpêkê dibirin Reqayê pişt ra jî dibirin Tirkiyê.

    Ekîba belgefilman ya RT, piştî ku herêm ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin di meha adarê de çibû bajarokê Şedadê û li vir hin dokumenên derbarê bazirganiya neftê ya dijyasayî û broşurên derbarê propagendeya Îslamîst yên li Tirkiyê hatibûn çapkirin dîtibûn.

    RT bi milîtanekî DAIŞê re axivîbû ku hêzên Kurd ew dil girtibûn. Vî kesî jî piştras kiribû ku rêxistin neftê difiroşe Tirkiyê.

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - Kapasîteya petrol û xaza kurdan hate tesbîtkirin
    Etîketan:
    RT Erebî, DAIŞ, Ghazî Husseîn, Amir Al Hajji, Cips, Şedad, Heseke, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de