12:48 20 Tebax 2017
Zindî
    Sînorê Sûriyê

    Rûsya: Tirkiyê gule avêt mewziyên artêşa Sûriyê

    © AFP 2017/ Bülent Kiliç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Li gor daxuyaniya navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyê, yekîneyên Topavêjên Tirk, gule avêtine artêşa Sûriyê, lê artêşa Sûriyê ti bersiv nehate dayin.

    Navenda Nûçeyan — Navenda şopandina agirbestê ragihandiye ku yekîneyên topavêjên Tirk, duh di navbera saet 13.00 û 13.15yan de gule avêtine ser mewziyên artêşa Sûriyê yên nêzîkî gundê Aliçakê ne. Navendê diyar kiriye ku artêşa Sûriyê bersiva gulebaranê nedaye.

    Di heman daxuyaniyê de hatiye aşkere kirin ku di 24 saetên derbasbûyî de li Lazqiyê 4, li Şamê 4 û li Helebê jî 1 carî agirbest hatiye binpêkirin. Li herêma Lazqiyê rêxistina Ahrar'uş Şamê, bi roketavêjên guledirêj û bi topên hawanê gule avêtiye mewziyên artêşa Sûriyê ku nêzîkî gundê Şmays, Safar, Raşa û Sandranê ne.

    Duh hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê guleyên topê avêtin mewziyên DAIŞê yên li Bakûrê Helebê dikevin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyê fermandarê rêxistina Feylek El Şamê kuşt
    Rûsya: ‘Ji bo artêşa tirk têkeve Sûriyê, El Nûsra êrişî Tirkiyeyê kir'
    ÎDDIA - Artêşa Tirkiyê bi 100 leşkeran ve ket nav axa Sûriyê!
    Di navbera Artêşa Sûriyê û DAÎŞê de şerekî giran didome
    Ji balafirên artêşa Sûriyê bombebaran
    Etîketan:
    Ahrar-u Şam, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê, Şam, Heleb, Lazqiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de