06:30 19 Tebax 2017
Zindî
    Xurmatû

    Encama şerê Xurmatû heta niha: 40 milîsên şie hatin kuştin û 67 jî birîndar bûn

    © RojNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2910

    Pirsgirêka li navçeya Xurmatû berdewam e û li gorî zaniyariyan di şerê çend rojên borî de 40 endamên Heşdî Şebî hatine kuştin û 67 kesên din jî birîndar bûne.

    Xurmatû — Pirsgirêka li navçeya Xurmatû berdewam e û li gorî zaniyariyan di şerê çend rojên borî de 40 endamên Heşdî Şebî hatine kuştin û 67 kesên din jî birîndar bûne.

    Li gorî çavkaniyên herêmî Heşdî Şebî dixwaze termên kuştiyên xwe bibe derveyî bajar lê ji ber hebûna bazgehan nikarin ji bajar derkevin.

    Her wiha êvara derbasbûyî şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Heşdî Şebî de derket, di encama şerî de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û 17 pêşmerge û sivîl birîndar bûn. Ji birîndaran 10 pêşmerge ne û 7 jî sivîl in, 8 pêşmergeyên birîndar derbasî sînorê Kerkûkê kirin û 4 pêşmergeyên ku birînên wan giran bûn, ji bo nexweşxaneya fêrkarî ya Kerkûkê hatin şandin.

    Hinek pêşmergeyên din jî ku birînên wan giran bûn ji Xurmatûyê ber bi Silêmanî û Kelarê ve hatine şandin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyan Xurmatû dorpêç kir
    Li Xurmatû berpirsê komîsyona hilbijartinê hate revandin
    XURMATÛ - Heşda Şeibî vê carê jî rêvebirê dibistanê revand
    Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
    TACK bo Xurmatû modela ‘kantonê’ pêşniyar kir
    Etîketan:
    Heşdî Şebî, Hêzên Pêşmerge, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de