01:04 19 Tebax 2017
Zindî
    Teqîn

    Li Bexdayê êrişa xwekujî: 11 kuştî û 40 birîndar

    © Foto: Pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li paytextê Iraqê li Bexdayê bi wesayiteke bombekirî êrişeke xwekujî pêk hat, di encamê de 11 hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

    Bexda — Li paytextê Iraqê li Bexdayê bi wesayiteke bombekirî êrişeke xwekujî pêk hat, di encamê de 11 hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn. Teqîn li nêzî Sînema El Beyda li navçeya El Cedîda li rojhilatê Bexdayê pêk hat.

    Teqîna bihêz paytexta Iraqê hejand, teqîn di dukan bêhnfiroşda rûda. Li gorî zaniyariyan kesekî xwekuj bi wesayîteke bombekirî ev teqîn pêk aniye.

    Di heyamê 4 rojên borî de, ev sêyemîn teqîne ku Bexda dihejîne, eger jî heye ku rêxistina terorîst a DAIŞê ji endamên xwe xwestiye ku kiryarên xwe li Bexda zêdebikin.

    Bi heman mijarî:

    BEXDA - 15 DAIŞî hat kuştin!
    BEXDA - Li paytextê 2 teqîn: 13 kuştî û birîndar!
    Bexda ev du sal in bûdçeya Kerkûkê naşîne
    Li Bexda 4 teqîn rûdan
    Erdogan: Gerek Bexda mafê Kurdistanê bidê
    Etîketan:
    DAIŞ, Teqîna Bexdayê, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de